Serokomar Erdogan: "Destûreke nû û sivîl soza me ya ji bo gel e, ji vê bi paş da gavavêtin tune ye"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Destûreke nû û sivîl soza me ya ji bo gel e. Ji vê bi paş da gavavêtin tune ye."
Serokomar Erdogan di vegera ji Azerbaycanê da di balafirê da derbarê rojevê da nirxandin kirin û bersiv da pirsên rojnamevanan.
Erdogan anî ziman ku weke Tirkiye û Azerbaycanê ew di gelek waran da hevkariyên xwe pêş dixin û got, "Bi taybetî em qadên parastin, enerjî, çandinî û ajeldariyê stratejîk dibînin."
Serokomar Erdogan li ser Derwazeya Zengezûrê got, "Em dixwazin Îrana cîranê me jî piştgiriyê bide van gavan ku dê li herêma me xizmeta aramî, aştî û pêşketinê bike."
Erdogan bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku gotibû ew dixwazin tura 2yemîn a mizakereyên di navbera Rûsya û Ukraynayê da li Stenbolê bên kirin û got, "Pêdivê daxuyaniya Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov, kêm neyê dîtin. Vê daxuyaniyê hêviya me ya ji bo aşitiyê hê zêdetir kir. Bi vê ra ewê pêvajoya aştiyê ya Stenbolê jinûva destpê bike. Em hem bi Rûsyayê ra hem bi Ukraynayê ra di nava têkiliyê da ne. Em asta ku gihîştinê wekî firsenda aştiyeke mayînde dibînin"
- "Em destûra nû ne ji bo Tayyip Erdogan ji bo 86 milyonî dixwazin"
Serokomar Erdogan bal kişand ser çêkirina Destûra Nû û got, "Em rêkeftina herî berfireh di vir da lê digerin. Mixabin helwesta CHPyê ya herdemî ya 'me navê' di vî karî da jî xwe nîşan da. Heger CHP jî helwesta lihevkirinê nîşan bide, em çima bi wan ra nexebitin, em ê bixebitin. Lê mixabin helwesteke bi vî rengî tuneye. Em dixwazin deqeke wisa be ku ji şopên wesayetger bêrî be, meşruiyeta demokratîk hêzdar bike, heq û hiqûqê bixe bin garantiyê. Em destûra nû ne ji bo Tayyip Erdogan ji bo 86 milyonî dixwazin. Destûreke nû û sivîl soza me ya ji bo gel e. Ji vê bi paş da gavavêtin tune ye."
- "Tirkiyeya Bêteror"
Serokomar Erdogan tekezî li wê yekê kir ku pêvajoya cîbicîkirina Tirkiyeya Bêteror bê kêşe dimeşe û wiha dewam kir, "Ji bo gotinên Birêz Bahçeli yên şexsê min, ez spas dikim. Bi rastî ez gelekî kêfxweş û onore bûm. Di pêvajoya Tirkiyeya Bêteror da hemd ji Xwedê ra kêşe naxuyin. Geşedan di rewreweke baş, erênî da dimeşin. Em ji bo kesên ku dixwazin jehrê têxin kodika pêvajoyê, baldar in. Em ê firsendê nedin wan."
Erdogan bal kişand ser Sûriyeyê jî û got, "Em cîbicîkirina biryarên ku hatin dayin, ji nêz va dişopînin. Esil ew e ku sozên di mitabeqetê da pabend, bi teqwîmê ra têkevin rewacê. Em dibînin ku Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê hê xwe dixapîne, şert e ku dev ji vê yekê berdin. Îro jî sibê jî em ê dîsa guh bidin gelê xwe. Em ê îstiqameta xwe li ser rotaya ew xêz dikin ava bikin."
- Serokomar Erdogan: "Ji bo qada vejenê mizgîniyên nû hene"
Erdogan bal kişand ser rewşa aboriyê û got, "Wekî îqtidara ku Tirkiye bi mizgîniyên dîrokî yên qada vejenê ra daye naskirin, mizgîniyên me yên nû hene. Serxwebûna tam a di xidayê da mijareke ewlehiya neteweyî ye. Em jî bi hemû hêza xwe dixebitin ku em Tirkiyeyê bikin bergeha hilberînê."
Serokomar Erdogan wiha pê da çû:
"Keşfa xaza siruştî ya 75 milyar mêtrokûpî encama xebatên bênavber û plankirî ne ku em li Deryaya Reş didomînin. Turkiye Petrolleriyê li Pakistanê di warê lêgerîna li 2 qadên bajeyî li hev kir. Di warê lêgerîna di deryayê da jî me li hev kir emê van nêzîkan dest pê bikin."
Serokomar Erdogan bal kişand ser teşwîqên ji bo zewacê û got, "Emê teşwîqên xwe yên ku rêya zewacên bextewer vekin, bibin sedema zêdebûna nifûsê bi awayekî baş, zêde bikin. Nexasim şikestina leza çêbûna zarokan, xebera lêdana naqosên ne bi xêrê ne. Em nikarin ji vê ra xwe bêdeng bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.