Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Destûreke nû ji aboriyê û heyata civakî wê çareserkirina meseleyên welêt hê leztir bike"

Barış Gündoğan  | 10.05.2024 - Rojanekırın : 10.05.2024
Serokomar Erdogan: "Destûreke nû ji aboriyê û heyata civakî wê çareserkirina meseleyên welêt hê leztir bike"

Ankara

Serokomar Erdogan: "Destûreke nû wê sînorên siyaseta sivîl berfireh bike û ji aboriyê û heyata civakî wê çareserkirina meseleyên welêt hê leztir bike."

"Em qebûl nakin ku daraz weke dezgeh bi temamî bê herişandin û dezgehên darazê û endamên wê xerab bên nîşandan."

 "Gava dozên edlî û îdarî, ne weke meseleyên hiqûqî weke siyasî bên dîtin, encam çi dibe bira bibe wê zirarê bide hesta edaletê ya civakê."

 "Çawa daraz midaxeleyî zagonsaziyê û rêvebiriyê bike, ev tiştekî şaş e, bi heman awayî gava daraz bikeve nava nîqaşên siyasî, ev jî şaş e."

 "Pergaleke edaletê ya hêzdar, serbixwe û çalak mîrateya herî bi qîmet e ku em ji ewladên xwe ra bihêlin."

 Em ê rê nedin hişmendiya kadroyê ku di dewsa silametiya welêt da menfeeta komekê diparêzin û teşkîlata edaletê jî di navê da dixwazin di dezgehên dewletê da bi cî bibin.

 "Em rast nabînin ku siyasetmedar pirsgirêkên aborî û civakî dikin hincet û dixwazin hewcedariya bi destûreke sivîl ji rojevê rakin."

 "Bi demokrasiya Tirkiyeyê nakeve ku em bi destûreke dema derbeyê derbasî 100 sedsaliya komara xwe bûn."

 "(Destûreke nû) Piştî ku siyaset nerm bû, di navbera partiyên cuda yên siyasî da hevdîtinên şêwrê çêdibin û ev derfeteke pir girîng e."

"(Destûreke nû) Em ê gorî hêvî û daxwazên gelê xwe helwesta xwe ya çêkirinê bidomînin û çi bikeve ser milê me, em ê bikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın