Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Destûreke nû ji aboriyê heta jiyana civakî wê çareserkirina meseleyên welêt hê bi leztir bike"

Barış Gündoğan  | 10.05.2024 - Rojanekırın : 11.05.2024
Serokomar Erdogan: "Destûreke nû ji aboriyê heta jiyana civakî wê çareserkirina meseleyên welêt hê bi leztir bike"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Destûreke nû wê sînorên siyaseta sivîl berfireh bike û ji aboriyê heta jiyana civakî wê çareserkirina meseleyên welêt hê bi leztir bike."

Erdogan li Salona Konferansê ya Şûreya Dewletê di Merasima Salvegera 156emîn ya Aavakirina Şûreya Dewletê û Roja Daraza Îdarî da axivî.

Serokomar Erdogan diyar kir qebûl nakin ku daraz weke dezgeh bi temamî bê herişandin û dezgehên darazê û endamên wê xerab bên nîşandan û wiha axivî, "Gava dozên edlî û îdarî, ne weke meseleyên hiqûqî weke siyasî bên dîtin, encam çi dibe bira bibe wê zirarê bide hesta edaletê ya civakê. Çawa daraz midaxeleyî zagonsaziyê û rêvebiriyê bike, ev tiştekî şaş e, bi heman awayî gava daraz bikeve nava nîqaşên siyasî, ev jî şaş e. Pergaleke edaletê ya hêzdar, serbixwe û çalak mîrateya herî bi qîmet e ku em ji ewladên xwe ra bihêlin. Em ê rê nedin hişmendiya kadroyê ku di dewsa silametiya welêt da menfeeta komekê diparêzin û teşkîlata edaletê jî di navê da dixwazin di dezgehên dewletê da bi cî bibin."

Erdogan bal kişand ser çêkirina destûreke nû û wiha peyivî, "Em rast nabînin ku siyasetmedar pirsgirêkên aborî û civakî dikin hincet û dixwazin hewcedariya bi destûreke sivîl ji rojevê rakin. Destûreke nû wê sînorên siyaseta sivîl berfireh bike û ji aboriyê heya heyata civakî wê çareserkirina meseleyên welêt hê leztir bike. Bi demokrasiya Tirkiyeyê nakeve ku em bi destûreke dema derbeyê derbasî 100 sedsaliya komara xwe bûn."

Serokomar Erdogan ji bo nîqaşên li ser destûreke nû da got, piştî ku siyaset nerm bû, di navbera partiyên cuda yên siyasî da hevdîtinên şêwrê çêdibin û ev derfeteke pir girîng e.

Erdogan got ku ji bo destûreke nû em ê li gorî hêvî û daxwazên gelê xwe helwesta xwe ya çêkirinê bidomînin û çi bikeve ser milê me, em ê bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın