Serokomar Erdogan derbarê bernameya "Avakirina Sedsalê Serfiraziya Tirkiyeyê: 455 hezar Xanî Temam" da parvekirin kir
Istanbul
Derbarê bernameya "Avakirina Sedsalê Serfiraziya Tirkiyeyê: 455 hezar Xanî Temam" da ku dê bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Hatayê birêva biçe parvekirin hat kirin.
Serokomar Erdogan li ser hesabê xwe yê NSosyalê daxuyand, "Di 6ê Sibatê da, wekî miletekî, em bi ezmûneke pir dijwar ra rûbirû man. Bi sebir û biryardariyê, me herêma xwe ya erdhejê jinûva ava kir, mîna teyrikê enqayê em ji xweliyê xwe rabûn. Sibê, bi îzna Xwedê, em ê xaniyê xwe yê 455 hezaremîn li Hatayê radest bikin. Ger em bêjin em ê tiştek bikin, bi destûra Xwedê, em ê bikin."
Erdogan di parvekirina xwe da cih da vîdyoyekê ku tê de xebatên ku li herêma erdhejê têne kirin nîşan dide.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
