Tirkiye

Serokomar Erdogan dema vegera ji Tirkmenistanê di balafirê da bersiv da pirsên rojnamevanan

Abdullah Sarica  | 13.12.2025 - Rojanekırın : 13.12.2025
Serokomar Erdogan dema vegera ji Tirkmenistanê di balafirê da bersiv da pirsên rojnamevanan

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Divê Derya Reş weke qada şer neyê dîtin. Ev rewş ne bi kêrî Rûsyayê tê û ne jî Ukraynayê. Her kes li Deryaya Reş hewceyê çûnûhatina ewle ye."

Serokomar Erdogan dema vegera ji Tirkmenistanê ku bi mebesta beşdariya "Foruma Navneteweyî ya Aştî û Pêbaweriyê" lê bû, di balafirê da daxuyanî dan û bersiv da pirsên rojnamevanan

Erdogan bal kişand ser hevdîtina bi Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Putîn ra û got, "Me destnîşankirina ku em diyaloga Birêz Trump dest pê kir bi awayekî erênî dibînin, me beşdariyên ku welatê me dikare ji bo aştiyê bike nirxandin. Bi giranî me behsa şer û aştiyê kir. Mîna hemû aktorên têkildar, Birêz Putîn jî pir baş dizane ku Tirkiye di vê mijarê da li ku derê ye. Piştî hevdîtina digel Putîn, înşallah emê derfetê bibînin ku digel Serokê DYAyê Trump jî plana aştiyê binirxînin. Aştî ne dûr e, em dibînin."

Serokomar Erdogan her wiha got ku divê Derya Reş weke qada şer neyê dîtin û got, "Ev rewş ne bi kêrî Rûsyayê tê û ne jî Ukraynayê. Her kes li Deryaya Reş hewceyê çûnûhatina ewle ye."

Erdogan behsa Sûriyeyê û mitabeqeta 10ê adarê kir û got, "Pêvajoya mitabeqeta 10ê adarê, bi siberoja herêma me ra ji nêz va eleqedar e. Gihîştina armancên ku peyman destnîşan dike, dê ji bo Sûriyeyê encama herî baş be. Bêyî cudakirina Tirkmen, Ereb, Kurd, Sunnî û Nuseyriyan, em ji bo gelê Sûriyeya bira aramiyê dixwazin. Mitabeqeta 10ê Adarê ewê vê îradeyê bi hêz bike."

Serokomar Erdogan anî ziman ku divê Îsraîl sozên xwe bi cih bîne û bi tevahî pabendî agirbestê be û rê bide ku jiyan li Xezeyê vegere rewşa xwe ya asayî û bal kişand ser Konseya Aştiyê û wiha pê da çû:

"Pêwîst e pirsa ewlehiyê ya ji aliyê Îsraîlê va hatiye afirandin ji holê bê rakirin. Tirkiye dê tu carî ji girtina berpirsyariyê dûr nekeve."

Serokomar Erdogan ji bo Endamtiya YEyê got, "Ji bo Ewropayê jî kêrhatî ye ku ew bi vîzyoneke stratejîk li têkiliyên me binêrin. Gavên dê ji Ewropayê bên dê pêvajoya ji vê şûnda ava bikin."

Erdogan bal kişand ser lêpirsîna bahîsê ya di Futbolê da û got, "Ji rêveberan bigire heya lîstikvanan hebûna têkiliya gelek kesan ya di skandalên wiha da wekî Serokomar em xemgîn kiriye. Kulûba Ayê, Kulûba Byê ferq nake. A ji bo me giring edalet e. Ez bawer im ku niha saziya dadweriyê vê erkê bi awayê herî baş pêk tîne."

Serokomar Erdogan ji bo Destûra Nû jî wiha got, "Armanca me çêkirina Destûreke wisa ye ku him sivîl him azadîxwaz û him jî giştgir e. Em vê bikin da ku gelê me bêje 'aha ev Destûr a min e'."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.