Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Dema ku gefa terorîstên cudaxwaz li bakurê Sûriyeyê ji holê rabe herêma me wê rihet bibe"

Abdullah Sarica  | 24.01.2026 - Rojanekırın : 24.01.2026
Serokomar Erdogan: "Dema ku gefa terorîstên cudaxwaz li bakurê Sûriyeyê ji holê rabe herêma me wê rihet bibe"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Dema ku gefa terorîstên cudaxwaz li bakurê Sûriyeyê bi temamî ji holê rabe, ne tenê gelê Sûriyeyê, lê tevahiya herêma me wê rihet bibe."

Erdogan di bernameya peşka 6 hezar 973 xanî, radestkirina mifteyên hezar û 482 xanî, merasima vekirina Nexweşxaneya Bajêr û veberhênanên din yên temambûyî da axivî.

Serokomar Erdogan diyar kir hewldanên avakirin û sazkirinê ber bi temambûnê ve diçin, lê tenê niha tê bîra Serokê Giştî yê CHPyê ku berpirsiyariya herêma erdhejê bigire ser xwe.

Erdogan der barê nîqaşên li ser mehaniya teqawidan da got, "Li şaredariyên ku di destê wan da ne di dewsa mehaniya karkeran da miaşekî mînanî xercane didin karkeran, lê hewl didin teqawidbûyan dijî hikûmeta me bisîqilînin."

Serokomar Erdogan got, "Dema ku em li nîqaşên li Davosê dinihêrin, em dibînin ku rexneyên me yên li ser pergala gerdûnî niha li cîhana Rojava jî deng vedidin."

Erdogan diyar kir dema ku gefa terorîstên cudaxwaz li bakurê Sûriyeyê bi temamî ji holê rabe, ne tenê gelê Sûriyeyê, lê tevahiya herêmê wê rihet bibe û wiha axivî, "Ereb, Tirkmen, Kurd, Elewî, Durzî, Xirîstiyan û hemû welatiyên din yên Sûriyeyê wê di Sûriyeyeke yekgirtî û ewle da bi ser bikevin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir têkoşîna dijî rêxistina terorê ya DEAŞê ji berê hê xurttir û bi biryartir dibe û got şikir ji Xwedê ra rehên her cure terorê li herêma me têne rakirin.

Erdogan got ku "Me nehişt agirê ku welatên derdora me girtibû, li welatê me jî belav bibe û bandorê li me jî bike."

Serokomar Erdogan der barê Balafirgeha Aydin Çildirê da got, "Em ji bo vekirina Balafirgeha Aydin Çildirê ji bo geştên bazirganî xebatên pêwîst didin destpêkirin. Min telîmatên pêwîst dane Wezîrê Gihandinê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın