Önder Beyter
08 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku beşdarî Civîna Zîrveyê ya Pêvajoya Hevkariyê ya Ewropaya Rojhilatê Başûr bibe û herwiha hin hevdîtinên fermî bike di saet 12.15an da bi balafira "TC-TUR"ê ber bi paytextê Bosna Hersekê Saraybosnayê va bi rê ket.
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Waliyê Stenbolê Ali Yerlikaya û peywendîdarên din, Serokomar Erdogan ji Balafirgeha Ataturkê bi rê kirin.
Herwiha jina Serokomar Erdogan, Emîne Erdogan, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak û Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê Cahît Turhan jî bi Serokomar Erdogan ra çûn Bosna Hersekê.
Tê pêşbînîkirin ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya ziyareta xwe da ligel endamên Konseya Serokatiya Dewleta Bosna Hersekê û serokên hin welatên beşdarên zîrveyê ra were cem hev. Herwiha tê pêşbînîkirin ku Serokomar Erdogan dê ligel eskerên li Butmirê ku di bin emrê Serokatiya Heyeta Tirkî ya Hereketa Altheayê ya Yekîtiya Ewropayê da peywira wan, parastina aştiyê ye, were cem hev."