Mümin Altaş
20 Sibat 2023•Rojanekirin: 20 Sibat 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo tedqîqan bike, çû Hataya ku tesîra erdhejên Kahramanmaraşê lê çêbû.
Erdogan li Balafirgeha Esenbogayê piştî ku bi Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken ra hevdîtin kir, bi balafirê bi rê ket ku biçe Hatayê.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî jî bi Serokomar Erdogan ra çû Hatayê.
Erdogan piştî Hatayê wê derbasî Kahramanmaraşê jî bibe.