Zafer Fatih Beyaz
17 Mijdar 2023•Rojanekirin: 17 Mijdar 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya ziyareta xebatê ya rojane da bi "TUR"a balafira taybet di 13.20î da çû Berlîna paytextê Almanyayê.
Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz, Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn û rayedarên din Erdogan li Balafirgeha Esenbogayê bi rê kir.
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun, Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî Îbrahîm Kalin û Serşêwirmendê Serokomar û Balyoz Akîf Çagatay jî bi Serokomar Erdogan ra çû Berlînê.
- Wê bi hevkarê xwe yê Alman ra hevdîtinê bike
Erdogan wê di çarçoveya ziyareta xwe ya rojane da li Berlînê bi Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier ra yek bi yek û bi heyetî hevdîtinê bike.
Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz wê li Avahiya Şansolyetiyê Erdogan pêşwazî bike, ew û Erdogan wê yek bi yek hevdîtinê bikin û paşê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar bixin.