Tirkiye

Serokomar Erdogan çû Albanyayê

Sefa Mutlu  | 17.01.2022 - Rojanekırın : 17.01.2022
Serokomar Erdogan çû Albanyayê

Istanbul

 Serokomar Recep Tayyip Erdogan wekî mêvanê Serokwezîrê Albanyayê Edi Rama, bi balafira taybet TC-ANKyê va di saet 11.00an da çû paytextê Albanyayê Tîranê.

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay û Waliyê Stenbolê Ali Yerlikaya, Serokomar Erdogan ji Balafirgeha Ataturkê bi rê kirin.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Demsalan Murat Kurum, Wezîrê Ciwanî û Werzişê Mehmet Muharrem Kasapoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Ajar û Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy jî hevaltiya Erdogan kirin.

Di ziyareta fermî da peywendiyên Tirkiye-Albanyayê yên di asta hevkariya stratejîk da ji hemû hêlan va dê bên gotûbêjkirin, gavên ji bo kûrkirina hevkariyê dê bên axaftin.

Merasima radestkirina wan xaniyan jî dê bi wesîleya ziyaretê bê kirin ku bi destê Tirkiyeyê li bajarê Laçê ji bo malbatên ku di erdheja sala 2019an da malên wan hilweşiyan hatin çêkirin.

Serokomar Erdogan ji xeynî vê dê beşdarî merasima vekirina Mizgefta Ethem Bey a li Tîranê bibe ku bi destê TÎKAyê hat restorekirin û her wisa dê xîtabî Meclisa Albanyayê bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın