Abdullah Tel
07 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2020
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo ziyareta xwe ya Kuweyt û Qeterê ji Enqereyê derket.
"TUR" a balafira taybet a ku Serokomar Erdogan û kesên pê ra ne lê siwar bûn di saet 09.40î da ji Balafirgeha Esenbogayê rabû.
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay û kesên pê ra bûn Serokomar Erdogan rêwî kirin.
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Wezîrê Spor û Ciwaniyê Mehmet Kasapoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Serokê MÎTê Hakan Fîdan, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî hevaltiya Serokomar Erdogan dikin.
Serokomar Erdogan di çarçoveya ziyareta xwe da bi Şêx Newaf el-Ehmed el-Cabîr es-Sabahê Emirê nû yê Quweytê ye ra wê hevdîtin bike û ji bo Emîrê Kuweytê Şêx Newwaf el-Ehmed el-Cabîr es-Sabahê hefteya borî wefat kiribû jî sersaxiyê bide.
Di hevdîtinê da her wiha dê ji hemû aliyan va li ser têkiliyên dualî bisekinin û der barê mijarên herêmî da goftûgoyê bikin.
Erdogan paşê dê derbasê Qeterê bibe û bi Emîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî ra wê bê bal hev.
Tê payîn ku Recep Tayyîp Erdogan û Al Sanî ji bo xurtkirin û çêtirkirina hevkariya navbera herdu welatan pêşve bibin wê li ser derfetan qise bikin, ji bo mijarên herêmî û navneteweyî jî wê bi hev bişêwirin.