Tirkiye

Serokomar Erdogan bi vîdeo peyamê va Eyda Qurbanê ya teşkîlatên AK Partiyê pîroz kir

Mümin Altaş  | 06.06.2025 - Rojanekırın : 06.06.2025
Serokomar Erdogan bi vîdeo peyamê va Eyda Qurbanê ya teşkîlatên AK Partiyê pîroz kir

Ankara

 Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan der heqê pêvajoya Tirkiyeya Bêteror da wiha got, "Em ê vê pêvajoya xêrê ya dê biratiya ezelî û ebedî ya 86 milyonî qaîm bike bêyî ku rastî qezayekê were bibin serî."

Serokomar Erdogan bi vîdeo peyamê va Eyda Qurbanê ya teşkîlatên AK Partiyê pîroz kir û ji Xwedê hêvî kir ku eyd ji bo teşkîlatên AK Partiyê û hemû welatiyan û her wiha ji bo alema Îslamê û mirovahiyê bibe wesîleya aştî, aramî û desthevgirtinê.

Serokomar Erdogan di peyama xwe da der heqê Tirkiyeya Bêteror da wiha got, "Em ê vê pêvajoya xêrê ya dê biratiya ezelî û ebedî ya 86 milyonî qaîm bike bêyî ku rastî qezayekê were bibin serî. Di vê rêyê da bêyî cudakerî em ê tevahiya 86 milyonî hembêz bikin. Em ê prîmê nedin kesên ku keysa xwe li rageşî, şer û nakokiyan tînin."

Erdogan wiha got, "Em hemû bi hev ra bi ibretane temaşe dikin ku mixalefet di avzêma populîzmê da cûm bûye û bajarên me hatine ber devê kendal."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.