Tirkiye

Serokomar Erdogan bi Serokomarê Ozbekistanê Mîrziyoyev ra hevdîtin kir

Merve Yıldızalp Yormaz  | 29.01.2026 - Rojanekırın : 29.01.2026
Serokomar Erdogan bi Serokomarê Ozbekistanê Mîrziyoyev ra hevdîtin kir

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Şewket Mîrziyoyevê Serokomarê Ozbekistanê yê ku bo ziyareta fermî hat Tirkiyeyê ra li Kuliyeya Serokomariyê hevdîtin kir.

Ji ber 103yemîn salvegera damezrîna Komara Tirkiyeyê 103 siwariyan li kolana li ber derê Kuliyeya Serokomariyê wesayîta meqamê ya Mîrziyoyev pêşwazî kirin û heta ber deriyê protokolê pê ra çûn.

Serokomar Erdogan li ber deriyê mezin ê daketinê pêşwaziya Mîrziyoyev kir.

Piştî ku Erdogan û Mîrziyoyev hatin cihên xwe yên li qada merasimê sirûdên neteweyî yên herdu welatan hatin lêxistin.

Di merasimê da ala û eskerên ku 16 dewletên Tirk ên di dîrokê da hatine avakirin temsîl dikin jî cî girtin û 21 pare top hatin berdan.

Serokomarê Ozbekistanê Mîrziyoyev ji Qiteya Merasimê ya Lîwaya Mihafizan ra got "merheba esker" û silav dayê.

Serokomar Erdogan û Mîrziyoyev heyetên xwe teqdîmî hevdu kirin û dû ra jî li ser pêpelûkan li ber alayên Tirkiye û Ozbekistanêê destê hev girtin û poz dan rojnamegeran.

Serokomar Erdogan û Serokomarê Ozbekistanê Mîrziyoyev beşdarî hevdîtinên rûbirû û nav heyetan da bûn. Erdogan û Mîrziyoyev dê beşdarî merasima îmzekirina peymanan bibin û paşê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar bixin.

Di merasimê da Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz, Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglu,Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Tebiî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yumakli, Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekîn, Wezîrê Tekonolojî û Pîşesaziyê Mehmet Fatîh Kacir, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê YOKê Prof. Dr. Erol Ozvar, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettîn Duran, Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê Haluk Gorgun, Serşêwirmendê Ewlehî û Polîtîkaya Derva yê Serokomar Akîf Çagatay Kiliç, Serokê Konseya Rîspiyan a Teşkîlata Dewletên Tirkan (TDT) Bînalî Yildirim û Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn jî cî girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.