Serokomar Erdogan bi Serokdewletê Rûsyayê Putîn ra bi têlefonê axivî

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya ji ser hesabê NSosyalê ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di axaftina Erdogan û Putîn ya bi têlefonê da têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê û mijarên herêmî û kurewî hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan di axaftinê da got ku Tirkiye ji bo li Xezeyê agirbest çêbe û alîkariya însanî ji herêmê ra here, cehd dike.
Erdogan diyar kir ji bo di şerê Ukrayna û Rûsyayê da aştiyeke adil û mayînde çêbe divê hewldanên diplomatîk bên zêdekirin, Tirkiye dê xebatên xwe yên ji bo aştiyê bidomîne.
Serokomar Erdogan di axaftinê da rojbûna Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn jî pîroz kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.