Tirkiye

Serokomar Erdogan: Bi saya tevdîrên hatin hildan me li dinyayê reqamên mezinbûnê yên herî bilind bi dest xistin

Mümin Altaş, Yıldız Nevin Gündoğmuş  | 16.09.2021 - Rojanekırın : 17.09.2021
Serokomar Erdogan: Bi saya tevdîrên hatin hildan me li dinyayê reqamên mezinbûnê yên herî bilind bi dest xistin

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Bi saya tevdîrên ku me hildan û xebatên ku me kirin li dinyayê reqamên mezinbûnê yên herî bilind me bi dest xist."

Erdogan li Meydana Cacabeyê di Hevdîtina Esnafan ya Rêça Ahî Evranê-Sala Bibîranîna Ahî Evranê ya UNESCOyê ya 2021ê da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got em bi hev ra dibînin ku kesên dixwazin ji felaketa Tirkiyeyê û gelê wê ji xwe desthilatdariyê bi dest bixin şerma wan tuneye.

Erdogan diyar kir bi saya tevdîrên ku hildane û xebatên ku kirine li dinyayê reqamên mezinbûnê yên herî bilind bi dest xistine û wiha got, "Em ê di demeke kurt da enflasyonê hildin bin kontrolê û rê li ber bihayên zêde yên li ser etîket û rafan bigirin."

Serokomar Erdogan got ku îsal tona silqan wê bi 420 lireyî bê kirîn.

Erdogan der barê bihayê hildana silqan da ku ji 336 lireyî derket 420 lireyî got zêdekirine ji sedî 25 heye, ev fiyet li ser xêrê be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın