Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Bi pêvajoya Tirkiyeya Bêteror em ê welatê xwe ji zincîrên nîvsedsalî rizgar bikin"

İsa Toprak  | 19.11.2025 - Rojanekırın : 19.11.2025
Serokomar Erdogan: "Bi pêvajoya Tirkiyeya Bêteror em ê welatê xwe ji zincîrên nîvsedsalî rizgar bikin"

TBMM

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe da der barê Tirkiyeya Bêteror da got, "Bi pêvajoya Tirkiyeya Bêteror em ê welatê xwe ji zincîrên nîvsedsalî, ji belayeke mezin ku enerjiya wê dixwe, daimî rizgar bikin. Em her tiştî ji bo vê dikin."

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser şewata li Dîlovasiyê û jehrîbûna ji xwarinê ya li Fatîhê û got, "Kesên ku îhmal, xeletî, qisûr yan jî qesta wan hebe wê werin tespîtkirin û wê bêceza nemînin."

Erdogan diyar kir ji Cotmeha 2025an pê va îxracata wan ya salane bi 270.2 milyar dolarî va di dîroka xwe da gihîşt asta herî bilind.

Serokomar Erdogan destnîşan kir hikûmet û îtifaqa wan ji bo xizmetkirina welat û gel û çareserkirina pirsgirêkan cehd dike, lê mixalefeta sereke li pey berjewendiyên xwe yên şexsî ye û wiha axivî, "Birêz Ozel bila vê jibîr neke, em ne alîgirê şerê îqtîdara mîkro ya di nava partiyan da, ne jî yê dozekê tijî îthamên şermende ne. Gilîdarê sereke yê vê dozê şaredarê we, yan jî serekê we ye. Muxbir û îtirafkar jî zilamê we ne. Em di tu cihekî vê dozê da nînin."

Erdogan got ku ez şêweya rêvebiriya CHPyê ku her diçe kirêt û êrîşkar dibe, tenê hewaleyî miletê xwe yê ezîz dikim.

Serokomar Erdogan destnîşan kir yên ku heta duh daraz weke hêzeke alîkar diemilandin, îro aqûbeta hiqûqî ya şebekeya sûc ku mîna kabûsekê li ser Stenbolê ye, weke komployeke siyasî binav dikin û wiha peyivî, "Em wek rêvebirî li cem hemû endamên darazê cih digirin ku karê xwe dikin, bi duristî tevdigerin û karê xwe di çarçoveya hiqûq û rêziknameyê da bi wêrekî dikin."

Erdogan di axaftina xwe da der barê Tirkiyeya Bêteror da wiha got, "Bi pêvajoya Tirkiyeya Bêteror em ê welatê xwe ji zincîrên nîvsedsalî, ji belayeke mezin ku enerjiya wê dixwe, daimî rizgar bikin. Em her tiştî ji bo vê dikin. (Tirkiyeya Bêteror) Em gavên xwe bi baldarî plan dikin. Em bi berpirsiyarî û emaneta pîroz ya 86 milyon kesan li ser milên xwe hildigirin û wisa tevdigerin. Em hemû ji vê rastiyê haydar in: Dema wê hatiye ku Tirkiye bi temamî ji belaya terorê xilas bibe ku bûye belayeke mezin li ser milên Tirkiyeyê. Weke partî û îtifaq tenê armanceke me heye, em vê xencereya xwînî ya ku hetahetayî di sînga miletê me da maye, derxin. Em ji her demê bêtir nêzîkî vê yekê ne."

Serokomar Erdogan bal kişand ser xebatên Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî û wiha axivî, "Ez ji dil û can bawer dikim ku komîsyon wê ji bo pêşeroja ewle ya Tirkiyeyê û ji bo yekîtî û bihevrebûna miletê me biryara herî rast û di cî da bide."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.