Serokomar Erdogan bi peywendiya têlefonê eyda Mehmetçîk pîroz kir

Ankara
Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi têlefonê bi Mehmetçîka li Fermandariya Tugayê ya Er ya Hewayê ra axivî û eyda hevdu pîroz kirin û got, "Ez ji ser şexsê we cejna hemî mensûbên artêşa me ya qehreman ku li çar aliyê axa welatê me, li hidûd, li herêm û li cihin cuda yên dinyayê ji dil û can wesîfeya xwe birê va dibin pîroz dikim."
Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler bi wesîleya Eyda Qurbanê îro çû Kutahyayê û nimêja eydê li wir kir, bi Mehmetçîka li Fermandariya Tugayê ya Er ya Hewayê ra axivî û eyda hevdu pîroz kirin.
Guler di vê maweyê da bi Serokomar Recep Tayyip Erdogan ra bi têlefonê axivî. Guler cejna Serokomar Erdogan pîroz kir û wiha got, "Li vê derê me raçav kir ku Mehmetçîkê me yê qehreman ji bo parastina welat û aramiya miletê me yê esil her daîm amade ye. Bi vê wesîleyê em wekî Hêzên Çekdar ên Tirk cejna we ji dil û can pîroz dikin. Em ji bo emrê we amade ne birêz Serokomarê me."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.