Serokomar Erdogan bi nûnerên kedkar û karsazan ra civiya

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi nûnerên kedkar û karsazan ra civiya.
Erdogan bi minasebeta Roja Hevkarî û Kedê ya 1ê Gulanê li Kuliyeya Serokomariyê bi nûnerên kedkar û karsazan ra hat bal hev.
Serokomar Erdogan, Roja Hevkarî û Kedê ya 1ê Gulanê li hemû kedkaran pîroz kir û kêfxweşiya xwe destnîşan kir.
Di hevdîtinê da nûnerên kedkar û karsazan jî sipasiya Serokomar Erdogan kirin.