Tirkiye

Serokomar Erdogan bi merasima fermî pêşwazî li Serokomarê Nîjeryayê Tînubu kir

Özcan Yıldırım  | 27.01.2026 - Rojanekırın : 27.01.2026
Serokomar Erdogan bi merasima fermî pêşwazî li Serokomarê Nîjeryayê Tînubu kir

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi merasima fermî Bola Ehmed Tînubuyê Serokomarê Nîjeryayê yê ku Tirkiye ziyaret kir pêşwazî kir.

Ji ber 103yemîn salvegera damezrîna Komara Tirkiyeyê 103 siwariyan li kolana li ber derê Kuliyeya Serokomariyê wesayîta meqamê ya Tînubu pêşwazî kirin û heta ber deriyê protokolê pê ra çûn.

Serokomar Erdogan li ber deriyê mezin ê daketinê pêşwaziya Tînubu kir.

Piştî ku Erdogan û Tînubu hatin cihên xwe yên li qada merasimê sirûdên neteweyî yên herdu welatan hatin lêxistin.

Di merasimê da ala û eskerên ku 16 dewletên Tirk ên di dîrokê da hatine avakirin temsîl dikin jî cî girtin û 21 pare top hatin berdan.

Serokomarê Nîjeryayê Tînubu ji Qiteya Merasimê ya Lîwaya Mihafizan ra got "merheba esker" û silav dayê.

Serokomar Erdogan û Tînubu heyetên xwe teqdîmî hevdu kirin û dû ra jî li ser pêpelûkan li ber alayên Tirkiye û Nîjeryayê destê hev girtin û poz dan rojnamegeran.

Serokomar Erdogan û Serokomarê Nîjeryayê beşdarî hevdîtinên rûbirû û nav heyetan da bûn. Erdogan û Tînubu dê beşdarî merasima îmzekirina peymanan bibin û paşê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar bixin.

Di merasimê da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemir Goktaş, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Tebiî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekîn, Wezîrê Tekonolojî û Pîşesaziyê Mehmet Fatîh Kacir, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê YOKê Prof. Dr. Erol Ozvar, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettîn Duran, Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê Haluk Gorgun, Serşêwirmendê Ewlehî û Polîtîkaya Derva yê Serokomar Akîf Çagatay Kiliç û Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn jî cî girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.