Tirkiye

Serokomar Erdogan bi Gulsuma astengdara axaftinê ku beşdarî pêşbaziya zanyariyê bû ra axivî

Serokomar Erdogan digel Ummu Gulsuma astengdara axaftinê ku beşdarî bernameya pêşbaziyê ya bi navê "Kê Dixwaze Bibe Milyoner" bû, axivî.

Önder Beyter   | 13.01.2020
Serokomar Erdogan bi Gulsuma astengdara axaftinê ku beşdarî pêşbaziya zanyariyê bû ra axivî

Istanbul

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan digel Ummu Gulsum Gença astengdara axaftinê ku beşdarî bernameya pêşbaziyê ya bi navê "Kê Dixwaze Bibe Milyoner" bû, axivî.

Serokomar Erdogan di peywendiya bi vîdeoyê ya li ser hesabê Instagramê da ji Gençê der heqê peywir û perwerdeya wê ya zanîngehê da pirs kirin.

"Ez gelekî bextewar im ku derfet çêbû ez û Ummu Gulsum em hevdu nas bikin"

Gençê bersivên pirsên Serokomar Erdogan li ser kaxizê li pêşiya xwe nivîsî û wisa pê ra peywendî danî. Erdogan jî ji bo Gençê serkeftin xwest.

Erdogan di axaftina xwe da diyar kir ku wî, Genç û malbata wê temaşe kir û wiha got, "Hevalan ji min ra surprîz kirin. Ez gelekî bextewar im ku derfet çêbû ez û Ummu Gulsum em hevdu nas bikin. Ji bo dê, bav û hemû malbata xwe ra wekîltiya silavên min bike."

Erdogan, Gulsum û malbata wê vexwend Enqereyê

Serokomar Erdogan herwiha diyar kir ku dema firsend çêbû, ew dixwaze Gençê û malbata wê li Enqereyê biezimîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.