Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Bi buhayê 163 milyar lîreyî mewdûet derbasî pergala kura parastî bûye"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Heta nuha mewdûeta bi buhayê 163 milyar lîreyî derbasî pergala kura parastî bûye."

Selma Kasap  | 19.01.2022 - Rojanekırın : 20.01.2022
Serokomar Erdogan: "Bi buhayê 163 milyar lîreyî mewdûet derbasî pergala kura parastî bûye"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Heta nuha mewdueta bi buhayê 163 milyar lîreyî derbasî pergala kura parastî bûye."

Serokomar Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya ku li Kulliyeya Serokomariyê hat lidarxistin daxuyanî dan.

Erdogan bal kişand ser pergala mewdûetê ya bi kura parastî û got, "Heta nuha mewdûeta bi buhayê 163 milyar lîreyî derbasî pergala kura parastî bûye."

Serokomar Erdogan got, "Bi mekanîzmaya ku banka, derbxane û rafîneriyên zêr di nav de ye, emê bihêlin welatiyên me zêrên xwe têxin nava pergalê."

Erdogan tekezî li wê yekê kir ku dê piştek û alîkarî bidomin û got, "Amadekariya pakêta ji bo parastin û geşepêdana îstixdamê û dana krediyên kargêrî û veberhênanê bi pişteka Sindoqa Kredî Garantiyê ya bi berahî, dike biqede."

Serokomar Erdogan anî ziman ku y ên ku bi hesabên stewr tevdigerin û di vê pêvajaoya dijwar de zirarê didin welatê me, ewê wan efû nekin û got, "Em ji bo Tirkiyeyê bikin cihek wisa ku her kes teserrufa xwe û karê xwe bi lîreyên Tirkî dikin, piştevaniyê dixwazin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ji bo zirarên di warê berhemên çandinê de were telafîkirin ji ser AFADê re ewê bi qasî 200 milyon lîreyî çavkaniyekî din vediqetînin û got, "Ev meblex di demeke kurt de li Antalya, Artvîn, Aydin, Bartin, Kastamonu, Mersîn, Mugla, Osmaniye, Rîze, Sînop û Wanê dê li xwedî heqan were levakirin."

Erdogan derbarê piştekên çandiniyê de jî wiha got, "Bi pişteka prîm û posayê re ji bo serdema dahatû serê tonê 875 lîre berdêla buhayê silkan ji berhemhêneran re derdikeve. Bi çavkaniyeke îlaweya bi qasî 50,4 milyon lîreyî em 20 hezar malbatên din dixin çarçoveya piştekên elektrîkê."

Serokomar Erdogan herwiha got, "Bi piştevaniya 10 SCSyan di kordîneya AFADê de em amadekariyê dikin 700 ton xurek, cilûberg, berhemên tenduristiyê û pêdawistiyên acil, bişînin Efxanistanê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın