Tirkiye

Serokomar Erdogan beşdarî dengdana "Wêneyên Salê" ya AAyê bû

Özcan Yıldırım  | 06.02.2026 - Rojanekırın : 09.02.2026
Serokomar Erdogan beşdarî dengdana "Wêneyên Salê" ya AAyê bû

Ankara

 Serokomar Recep Tayyip Erdogan beşdarî dengdana "Wêneyên Salê" bû ku wêneyên bûyerên sala 2025an yên bi destê Ajansa Anadoluyê (AA) hatine kişandin tê da cih digirin.

Serokomar Erdogan di pêşbirka bi sponsoriya lifebox, AJet û ROKETSANê tê lidarxistin da, dema vegera xwe ya ji serdana Misrê di balafirê da li 112 wêneyên di 6 kategoriyan da ku ji aliyê fotonûçegihan û nûçegihanên AAyê va hatine kişandin û di sala 2025an da li Tirkiye û rojeva cîhanê deng vedane, temaşe kir.

Serokê Lijneya Rêveberiyê û Rêveberê Giştî yê Ajansa Anadoluyê Serdar Karagoz, derbarê wêneyan da agahî da Serokomar Erdogan.

- Erdogan dengê xwe da wêneyê ku li Lijneya Giştî ya NYê nîşan dide

Di kategoriya "Nûçeyê" da Erdogan wêneyê Mustafa Hatipoglu yê bi sernavê "Fatihê Asîmanan" hilbijart, di kategoriya "Werzişê" da jî, dengê xwe da wêneyê Esra Bilginê yê bi sernavê "Alperen" ku tê da lîstikvanê neteweyî Alperen Şengun di maça nîvfînalê ya Şampiyoniya Ewropayê ya FIBAyê ya ​​​​Mêran a di navbera Yûnanistan û Tirkiyeyê da nîşan dide.

Di kategoriya "Jiyana Siruştî û Jîngehê" da, Erdogan wêneyê bi sernavê "Baskên Qirêj" ku Şebnem Coşkun kişandiye hilbijart.

Erdogan di kategoriya "Xeze: Birçîbûnê" da wêneyê Alî Jadallah hilbijart, ku kêliyên belavkirina xwarinê ji Filistîniyên ku li Xezeyê bi birçîbûnê ra têdikoşin nîşan dide. Vî weneyî di kategoriya Wêneyên a Xelata Mezin a Çand û Hunerê ya Serokomariyê da xelat wergirt.

Serokomar Erdogan di 80emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî da, ji bo nîşandana qirkirina Îsraîlê li Xezeyê ji raya giştî ya cîhanê ra, wêneyên ku ji aliyê fotonûçegihanên Ajansa Anadoluyê (AA) Alî Jadallah jî nîşan dabû.

Rêvebirê Ragihandinê yê Serokkomariyê Burhanettîn Duran jî di dengdanê da amade bû.

Dengdana ji bo "Wêneya Salê" ya AAyê dê heta 15ê Sibatê roja Yekşemê, saet 17.00an li ser malpera "yilinkareleri.aa.com.tr" berdewam e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.