Serokomar Erdogan: "Bersiva ku Hemasê da di warê pêkanîna aşitiya mayinde da gaveke erênî û giring e"

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan anî ziman ku bersiva ku Hemasê ji bo dabînkirina agirbestê da di warê pêkanîna aşitiya mayinde da gaveke erênî û giring e."
Serokomar Erdogan di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê NSosyaylê da got, "Bersiva ku Hemasê ji bo dabînkirina agirbestê da di warê pêkanîna aşitiya mayinde da gaveke erênî û giring e."
Erdogan tekezî kir ku tişta ku nuha demildest Îsraîl divê bike ew e ku hemî êrîşan rawestîn û pabendê plana agirbestê be û wiha pê da çû:
"Divê hemû gav bên avêtin da ku alîkariya mirovî bigihin Xezeyê û aştiyeke mayînde were misogerkirin. Divê ev qirkirin, ev dîmena şermende ku wijdanê kûrewî ji kûrahî va birîndar dike, bi dawî bibe. Wek Tirkiyeyê, emê bi hemû derfetên xwe têkoşîna xwe bidomînin da ku hevdîtin bi awayê herî sûdmend ji bo gelê Filistînê bi dawî bibin û çareseriya du dewletî ya ku ji aliyê civaka navneteweyî va jî tê piştgirîkirin, pêk were.