Tirkiye

Serokomar Erdogan: Beriya ku wêrankarî mezintir bibe pêdivê ev şer bi dawî bibe

Ekip  | 20.06.2025 - Rojanekırın : 21.06.2025
Serokomar Erdogan: Beriya ku wêrankarî mezintir bibe pêdivê ev şer bi dawî bibe

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser pevçûna di navbera Îsraîl û Îranê da ya ku piştî êrîşa Îsraîlê destpê kir got, "Beriya ku wêrankarî, xwîn, kuştinên sivîl zêdetir bibin, beriya felaketeke mezintir çêbibe, pêdivê ev şer bi dawî bibe."

Serokomar Erdogan li Hola Kongreyê ya Halîçê di Foruma Ciwanan a Teşkîlata Hevkariya Îslamî da axivî.

Erdogan got, "Weke cîhana Îslamê em ji pêvajoyeke dijwar ra derbas dibin. Ewrên şer, pevçûn û bêîstiqrariyê mixabin li asîmanê erdnîgariya şaristaniya me belav bûne."

Serokomar Erdogan bal kiaşnd ser Xeta Xezeyê û got, "Li Xezeyê mirovên ku ji bo hildana pariyek nan, tasek şorbe dikevin dora xwarinê, bi awayekî hovane tên hedefgirtin. Îsraîla ku gazina ji zirardîtina nexweşxaneyan dike, tenê li Xezeyê heta niha, êrîş li dijî zêdetir ji 700 yekeyên tenduristiyê li dar xistiye."

Erdogan tekezî lê kir ku li Xezeyê ev 21 meh in, şermendetirîn hovîtiya serdema modern tê kirin û got, "Yên ku hiştin Xeze bibe mezintirîn kampa civandinê ya cîhanê, dema behsa sûcê şer dikin ne tenê tiştekî nelihevhatî ye, bêşermî û bêerziyeke mezin e. Berpirsê yekemîn yê qirkirina li Xezeyê hikûmeta Netanyahû ye, lêbelê yên ku li hember tora kujeran dengê xwe nakin, ew jî bûne şirîkên wan."

Serokomar Erdogan anî ziam ku Netanyahû û hikûmeta xwe, bi zilma ku ev çend meh in bê serûber dikin va navên xwe li tenişta navên zalimên weke Hitler û Pol Pot nivîsandin û wiha pê da çû:

"Hêzên ku bandora wan li ser Îsraîlê hene, bila bi Netanyahû nexapin, bila hêza xwe ji bo agirbest û aramiya herêma me bi kar bînin. Tevî polîtîkayên toqandinê yên lobiya Siyonîst ên dijî kesayetiya me û hikûmeta me, me qet sekna xwe têk neda, em timî li cem bindestan sekinîn."

Serokomar Erdogan bal kişand şerê di navbera Îran û Îsraîlê da ku bi êrîşên Îsraîlê destpê kirin û got, "Beriya ku wêrankarî, xwîn, kuştinên sivîl zêdetir bibin, beriya felaketeke mezintir çêbibe, pêdivê ev şer bi dawî bibe. Mixabin, hem qirkirina li Xezeyê û hem jî pevçûnên li Îranê bi lez û bez ber bi xaleke jêneveger va diçin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.