Serokomar Erdogan: "Aboriya Tirkiyeyê di 2025an da performanseke balkêş nîşan daye"
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Di serdemeke ku bazirganiya gerdûnî, dîplomasî û ewlehî diguhere da aboriya Tirkiyeyê 2025an da performanseke balkêş nîşan daye."
Erdogan di "Merasîma Xelatên Serkeftina Xizmetên Peymankariya Dervayî Welat" da axivî.
Serokomar Erdogan bal kişand ser serkeftina di aboriya Tirkiyeyê da û wiha got, "Di serdemeke ku bazirganiya gerdûnî, dîplomasî û ewlehî diguhere da aboriya Tirkiyeyê 2025an da performanseke balkêş nîşan daye."
Erdogan diyar kir li seranserê Sûriyeyê, bi taybetî li wargehên ku rejima berê bi bombeyan wêran kir wê kampanyayeke mezin ya jinûve avakirin û vejandinê dest pê bike.
Serokomar Erdogan destnîşan kir dema ku li Sûriyeyê aramî û ewlehî çêbe, hemû welatên cîran, bi taybetî Tirkiye wê bandorên erênî yên vê yekê hîs bikin û wiha axivî, "Dema ku bandorên zilmê ji holê rabin, Sûriye birînên xwe derman bike û bi piştgiriya Tirkiyeyê jinûve rabe, li herêma me wê bayên pir cuda bên."
Erdogan diyar kir pir kêfxweş in ku bi biryarnameya dawî, mafên bingehîn yên Kurdan ku di rejima Esed da weke welatî jî nedihatin hesibandin, tên parastin û wiha peyivî, "Di nava dewletê da dewlet û hêzên çekdar yên cuda çênabin. Divê pirsgirêk aştiyane, li gorî rihê peymana ku hatiye çêkirin, were çareserkirin. Ez ji birayên xwe yên Kurd, ji welatiyên xwe rica dikim ku nekevin nava lîstikên dijî biratiya me ya ezelî û ebedî ne û di navbera me da tovên nîfaqê biçînin. Riya rast ji bo Sûriyeyê eşkere ye. Em dixwazin her kes bibîne ku dubarekirina heman şaşî û xeletiyan wê tu encamê negire."
Serokomar Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da got, "Em bi hevkariya nêzîk ya hikûmeta Sûriyeyê bersiva daxwazên alîkariya mirovî yên birayên xwe yên Kurd yên li dervayî sînorên me didin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
