Serokomar Erdogan 10ê Çileya Paşîn Roja Rojnamevanên Xebatkar pîroz kir
Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, piştî serdaneke li Beyogluyê, 10ê Çileya Paşîn Roja Rojnamevanên Xebatkar li rojnamevanên ku li hêviya wî bûn, pîroz kir.
Serokomar Erdogan piştî serdana Klûba Sporê ya Tophane Tayfun a li Beyogluyê, bi rojnamevanên ku li wir li benda wî bûn ra axivî.
Erdoganê ku 10ê Çileya Paşîn Roja Rojnamevanên Xebatkar a endamên çapemeniyê pîroz kir, destnîşan kir ku Klûba Sporê ya Tophane Tayfun di salên ku li wir futbolê dilîstin da cihek bû ku wî gelek caran serdana wê dikir û niha jî derfet dîtiye ku serdana vê derê bike.
Erdogan got, "Em bi taybetî kêfxweş in ku di salvegera Roja Rojnamevanên Xebatkar da li vir bi we ra ne. Bi hêvî me ku emê derfeta pîrozkirina gelek salvegerên din bi hev ra bin. Bi vê boneyê, ez salvegera we pîroz dikim. Ez we emanetî Xwedê dikim."
Di serdanê da Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînûr Ozdemîr Goktaş, Wezîrê Çand û Geştiyariyê Mehmet Nurî Ersoy, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettîn Duran, Waliyê Stenbolê Davut Gul û Serokê Parêzgeha Stenbolê yê AK Partiyê Abdullah Ozdemîr refeqeta Serokomar Erdogan kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
