Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Îtibar, hêz û giraniya peyvê ya Tirkiyeyê ji aboriya wê ji serjimêrî û axa wê jî hê wêdetir e"

Ekip  | 11.10.2025 - Rojanekırın : 11.10.2025
Serokomar Erdogan: "Îtibar, hêz û giraniya peyvê ya Tirkiyeyê ji aboriya wê ji serjimêrî û axa wê jî hê wêdetir e"

Ankara

 Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser agirbesta li Xezeyê û got, "Divê Îsraîl li pişt îmzeya xwe bisekine. Divê dawî li polîtîkayên xwe yên ku ji bo herêmê, ji bo ewlehiya welatiyan bibin tehdîd, bîne."

Serokomar Erdogan li Navenda Çandê ya Îsmaîl Kahraman a li Rîzeyê di "Civîna Meclisê ya Şêwrê ya Wîlayetê ya Berfirehkirî ya AK Partiyê" da axivî.

Erdogan di axaftina xwe da anî zman ku îtibar, hêz û giraniya peyvê ya Tirkiyeyê ji aboriya wê ji serjimêrî û axa wê jî hê wêdetir e.

Serokomar Erdogan bal kişand ser agirbesta li Xezeyê û got, "Em ji dil û can hêvî dikin peyman (li Xezeyê agirbest) li Xezeyê û beşên din ên Filistînê bibe sedema ewlehî, aramî û aştiya mayinde. Divê Îsraîl li pişt îmzeya xwe bisekine. Divê dawî li polîtîkayên xwe yên ku ji bo herêmê, ji bo ewlehiya welatiyan bibin tehdîd, bîne. Ji bo hemû projeyên ku bi awayekî mayinde qirkirin û tevkujiya li Xezeyê ya ku 2 sal e berdewam e, bisekinînin, piştevaniya me tam e."

Erdogan her wiha got, "Rezervên Banka me ya Navendî trenda xwe ya zêdebûna bi 183 milyar dolarî didomîne."

Serokomar Erdogan bal kişand ser CHPê û got, "Ew ji bo tufeyliyên ku li ser şaredariyan rûniştine dixebitin, em ji bo 86 milyonî dixebitin. Ew li pey îqbalên xwe yên siyasî ne, em li pey îstiqbala welêt in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.