Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Îsraîl zextê li ser Sûriyeyê dike û hewl dide wê bêhêz bike"

Merve Yıldızalp Yormaz  | 16.09.2025 - Rojanekırın : 16.09.2025
Serokomar Erdogan: "Îsraîl zextê li ser Sûriyeyê dike û hewl dide wê bêhêz bike"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku li Sûriyeyê demên kevin bi dawî bûne û serdemeke nû dest pê kiriye û got, "Ji başûr va Îsraîl zextê li ser Sûriyeyê dike û hewl dide wê bêhêz bike. Ji wê derê va bi 'mentiqa dabeşke, perçe bike, rêve bibe' hewl didin tiştekî jê bi dest bixin."

Serokomar Erdogan dema vegera ji Lûtkeya Hevbeş a Derasayî ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî û Komkara Erebî, di nava balafirê da bersiv da pirsên rojnamevanan û daxuyanî dan.

Di bersiva pirsa rojnamevanekî da ku got, "Pêvajoya entegrasyonê ya di navbera rêveberiya Şamê û HSDê de di çi rewşê da ye? Gelo Tirkiye ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi awayekî aştiyane ti înîsiyatîfekê diajo? Tê payîn ku ev yek bigihêje ku derê?" Erdogan wiha got, "Wek Tirkiye, daxwaza me ya herî mezin ew e ku li Sûriyeyê yekîtî û biratî çêbibe û li her goşeyekî welêt aştiyeke mayînde serdest bibe. Ji ber vê sedemê em li kêleka gelê Sûriyeyê ne."

Erdogan diyar kir ku wî bi Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera ra hevdîtin kiriye û wan li ser van mijaran bi berfirehî axivîne û got, "Peyama me ji bo Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê zelal e. Li dû yekbûna di navbera Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê û hikûmeta Şamê de gaveke giring ber bi yekparçeyiya axa Sûriyeyê va ye. Car caran provokasyon tên kirin da ku rê li ber yek dil û yek kulmbûna Sûriyeyê bigirin. Sûriye niha ji pêvajoyeke trvlihev ra derbas dibe ku tê da dîplomasiya navneteweyî û dînamîkên herêmî bi hev va girêdayî ne. Em bi tevahî nikarin Sûriyeyê bi tenê bihêlin. Ji ber vê yekê, hevkarên min, nemaze Wezîrê me yê Derva û Serokê Îstîxbaratê, bi Sûriyeyê ra di diyalogeke nêzîk da ne."

Erdogan diyar kir ku li Sûriyeyê demên kevin bi dawî bûne û serdemeke nû dest pê kiriye û got, "Ji başûr va Îsraîl zextê li ser Sûriyeyê dike û hewl dide wê bêhêz bike. Ji wê derê va bi 'mentiqa dabeşke, perçe bike, rêve bibe' hewl didin tiştekî jê bi dest bixin."

Erdogan destnîşan kir ku tevî van hemûyan, niha li Sûriyeyê rêveberiyek heye ku her kesî hembêz dike û got ku vê yekê hevsengiya li Sûriyeyê guhertiye û kesên ku niha nikarin vê yekê qebûl bikin hene.

Serokomar Erdogan wiha pê da çû:

"Ji bo şert û mercên Sûriyeyê, rêbaza herî guncaw û herî aqilmend ew e ku her kes vê rewşa nû bi tevahî fêm bike û li gorî wê gavan bavêje. Niha, ez dixwazim ji we bipirsim. Dema ku em dikarin bi aştiyê bi hev re bi ser bikevin, çima bi şer û pevçûnê winda bikin? Werin em li ser vê yekê bisekinin. Pêwîst e ku em bêyî ku bikevin ber provokasyonan, ji rêya xelet dûr bikevin, an jî nebin qurbanê planên kesên ku bi xwîna Misulmanan dixwin, pêşve biçin. Em bêyî cudahî li kêleka hemû Sûrîyeyiyan radiwestin. Wezîrê me yê Derva û bi taybetî jî Serokê me yê Îstîxbaratê, digel hevkarên xwe yên di rêveberiya Sûriyeyê da gelek caran hevdîtinan dikin, diyalog û têkiliyeke pir nêzîk didomînin. Ew ê van hevdîtinan bidomînin. Di dawiyê da, ez bawer dikim ku bi îzna Xwedê, Sûrîye û tevahiya herêma me dê serketî be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.