Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Îro sibeha Tirkiyeya mezin û hêzdar zelal dibe"

Yusuf Soykan Bal  | 12.07.2025 - Rojanekırın : 14.07.2025
Serokomar Erdogan: "Îro sibeha Tirkiyeya mezin û hêzdar zelal dibe"

Ankara

 Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Îro sibeha Tirkiyeya mezin û hêzdar zelal dibe."

Erdogan li Kizilcahamama navçeya Enqereyê li otêlekê di Civîna Nirxandin û Şêwrê ya 32yemîn ya AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan diyar kir ku pîşesaziya parastinê mezin kirine û got ku "Hewcedariya me bi derva nema û me têkoşîna dijî terorê da çekên xwe çêkirin. Bi operasyonên li derva me sînorên xwe kontrol kir."

Erdogan ji ber ku duh komeke ji PKKya rêxistina terorê çekên xwe îmhe kir wiha axivî, "Ji duh pê va belaya terorê ya ku 47 sal e didome, înşellah ket pêvajoyeke ku bi temamî ji holê rabe. Em hemû hewldanên xwînê dirijînin didin sekinandin, nahêlin êdî dayik rondikên çavan bibarînin, êşê ji holê radikin û biratiyê zexim dikin, ji nêz va dişopînin."

Serokomar Erdogan diyar kir projeya "Tirkiyeya Bêteror" ku di demên dawîn da dişopînin di encama mizakere, bazarkirin û danûsitandinekê da çênebûye û wiha got, "Îro rojeke nû ye û di dîrokê da rûpele nû vebûye. Îro deriyên Tirkiyeya mezin û hêzdar û Sedsala Tirkiyeyê heya serpiştê vebûne. Bila her kes bawer bike ku em xîreta Dewleta Komara Tirkiyeyê pêpes nakin û serê wê xwar nakin. Em projeya Tirkiyeya Bêteror bi vê hişmendiyê dimeşînin. Em tu wextî di nava tevgerên ku xêra wan ji Tirkiyeyê ra tunebin da cî nagirin. Îro jî polîtîka, rê û baweriya me tenê ji bo xêra Tirkiyeyê ye."

Erdogan destnîşan kir çi dikin ji bo Tirkiyeyê û gelê xwe dikin û çi dikin ji bo azadî û pêşeroja xwe dikin û wiha peyivî, "Heger Tirk, Kurd û Ereb yek be, wê hingê Tirk jî Kurd jî Ereb jî heye. Gava ji hev cihê bibin têkçûn, hezîmet û xemgînî heye. Komara Tirkiyeyê hêlîn û banê me yê hevbeş e. Em 86 milyon yek in û bi hev ra ne. Ji berê û pêş da em ê xwîşk û bira bin."

Serokomar Erdogan bal kişand ser çekdanîna rêxistina terorê û wiha pê da çû, "Tirkiye û gelê me bi ser ketiye. Tirk, Kurd û Ereb, 86 milyon welatiyên me bi ser ketine."

Erdogan diyar kir îro sibeha Tirkiyeya mezin û hêzdar zelal dibe û wiha axivî, "Di 41 salan da baronên terorê qezenc kirin. Kesên li ser Tirk, Kurd û Ereban hesab dikirin qezenc kirin, lê îro em vê lîstika kirêt xera dikin û serobinô dikin."

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got, "Ne tenê welatiyên me yên Kurd, meseleya xwîşk û birayên me Kurd yên li Iraq û Sûriyeyê jî meseleya me ye. Em bi wan ra jî diaxivin. Ew jî kêfxweş in."

Erdogan diyar kir gava li Dewleta Komara Tirkiyeyê teror biqede wê li gorî berê hê hêzdar û mezin be û wiha got, "Ji bo kes aciz nebe, em ê gorî hesasiyeta pêvajoyê tevbigerin û teslîmkirina çekan bibaldarî bişopînin."

Serokomar Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da got, "Bi hikûmeta Sûriyeyê û şirîkên me yên navneteweyî ra xebatên me didomin. Bawer dikim wê li wir jî teror biqede û biratî bi ser bikeve."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.