Serokomar Erdogan: "Îro em ê li herêma me ya erdhejê 49 hezar û 56 kargeh û xaniyan teslîmî xwediyên wan bikin"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ew ê îro li herêma erdhejê 49 hezar û 56 kargeh û xaniyên ku bi piştgiriya Azerbeycanê hatin çêkirin, teslîmî xwediyên wan bikin.
Serokomar Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê mijarê da peyamek weşand.
Erdogan wiha got: "Îro li herêma me ya erdhejê em ê 49 hezar û 56 kargeh û xaniyên li Taxa me ya Azerbeycanê yên di nav da bi piştgiriya Can Azerbeycanê va hatine çêkirin jî hene, teslîmî xwîşk û birayên me yên xwedî heq bikin. Bi vî awayî, em hejmara xaniyên ku me teslîm kirine digihînin 250 hezarî."
Di peyamê da wêneyên xaniyên ku hatine temamkirin jî hatin parvekirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.