Serokkomar Erdogan: Em projeya "Serfiraziya li Deverên Gundewarî, Piştgiriya Ajalên Biçûk" didin destpêkirin
Istanbul
Serokomar Recep Tayyip Erdogan di bernameya fitarê ya li Navenda Kongreyê ya Haliçê ku bi cotkaran re civiya, de axivî. Serokomar Erdogan pêşî slav da cotkaran û pişt re jî ji bo bernameyê spasiyê xwe li Wezareta Çandinî û Daristanan û xebatkarên wê re kir
Serokomar Erdogan bi minasebeta bernameya bi navê "Li gundewarê bereket, ji pez ra piştgirî" de axivî û wiha got: Di etaba ewil a projeya ku me nav lê kir da em ê tam 150 hezar pezî di şertên guncav da bidin hilberînerên xwe. Hilberînerên me ji bo fînansmana projeyê dê bikarin ji Bankaya Zîreatê krediya bêfaîz bi kar bînin. Di van krediyan da heta 2 salan paşda nayê dayîn, berdewama wê da jî vebijêrka maweya heta 7 salan heye"
Serokomar Erdogan wiha dewam kir :"Em ê heywanên pêşî di nav îsal da teslîm bikin. Ez bangî hemû hilberînerên jin û ciwan ên dixwazin ku pez xwedî bikin dikim ku serî li vê projeyê bidin. Em di sala 2026an da nîvp budçeya piştgiruya pêşketina gundewar a ku 145 milyar lire ye ji hilberînerên ciwan û jin ê kargehên malbatan ra vediqetînin. Me ji bo herêma erdhejê pakêteke veberhênanê ya nê tetbîq kir. Em ê bi tevahî çavkaniya 11 milyar lireyî ji bo hêzdarkirina 11 bajarên me xerc bikin"
Her wiha Serokomar Erdogan got ku wekî herêmên pîşesaziya organîze veberhênanên me yên ji bo herêma çandiniyê jî bi lez dewam dikin. Me li 14 herêmên çandiniyê yên organîze dest bi hilberînê kir.
Serokomar Erdogan gorinê xwe wiha domand: "Digel ku jimara firsendkaran kêm e jî jimara kargehên me yên ku di van rojên bimbarek da bihayan kêm kirin jî gelekî hene. Ez dixwazim bila bê zanîn ku kesên siya qezenca neheq dixin ser atmosfera menewî ya Remezanê dê musahamaya me tunebe. Ya qediya dê lêferzkirinên jakobenên heweskarê 28ê sibatê be ku tehemûla wan tune ku gel di qada kamuyê da bi azadane baweriya xwe bijîn. Yê qediya dê hezeyanên hişmendiya ya wan mirovan be tarî be ku rojek berî Remezana Şerîf bi danezana weşand va dev avêtin mirovên me. Yê qediya dê hewesên wan kesan be ku li meydanan soza traxtora bêpere didin her cotkarî û paşê ev soza xwe bincil kirin."
Serokomar Erdogan li ser mijara îxracata toximanda jî wiha got: Em di toximan da ku mijareke din e ku gelek caran dezenformasyon tê kirin da jî li dinyayê di nav 10ên ewil da ne. Em toximan îxracî 177 welatan dikin. Hemd ji Xwedê re digel hemû pirsgirêkan, zehmetiyên cihê, şertên dijwar ûn ji be qeyrana av û hewayê derketin me welatê xwe di çandiniyê da anî cihekî gelekî baş. Me di çandiniyê da di 23 salên dawîn da biqasî 117 milyar dolar zêdeyê bazirganiya derva da. Em di goştê dewaan da li dinyayê di roja 10ên ewil da, li Ewropayê yekemîn in û di gotşû mirîşkan da jî li dinyayê di 10ên ewil û li Ewropayê jî duyemîin in. Ne tenê kesên di nav sektorê da saziyên navneteweyî jî îdiaya 'Li Tirkiyeyê çandinî xilas bûye" ya ku ketiye ser zimanê mixalefetê diderewînin. Reqama me bo 2026an rasterast û nerasterast ji çandiniyê ra veqetand 939 milyar lire ye.Emê bi reqameke digihêje 1 trilyon lireyê piştgiriyê bidin hilberîneran"
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
