Tirkiye

Serokdewletê Vatîkanê Papa Leoyê 14emîn beşdarî ayîna li Îznikê hat lidarxistin bû

Barış Seçkin, Gökhan Çeliker  | 28.11.2025 - Rojanekırın : 28.11.2025
Serokdewletê Vatîkanê Papa Leoyê 14emîn beşdarî ayîna li Îznikê hat lidarxistin bû

Ankara

Serokdewletê Vatîkanê Papa Leoyê 14emîn li Îznika navçeya Bursayê der barê 1700emîn salveger Konsîla Îznikê ya Yekemîn da beşdarî ayîna di navbera mezhebên xiristiyanan da bû û xitab kir.

Papa Leoyê 14emîn ê ku di çarçoveya ziyareta xwe ya Tirkiyeyê da li Enqere û Stenbolê peywendî danîn di çarçoveya bernameya xwe da hat Îznika navçeya Bursayê.

Firokeya Papa Leoyê 14emîn tê da bû berê ku deyne li ser xirabeyên Bazîlîkaya Ezîz Nephytos ê binavbûyî yê ku tê diyarkirin li ser navê Ezîzî Neophytis hatiye avakirin û li Gola Îznikê bi vekişîna avê di sala 2014an da derket holê 3 tur avêtin û ji hewayê lê nihêrî.

Di vê navberê da ji hewa, beja û behrê tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin hildan.

Papa Leoyê 14emîn ê ku Patrîkê Ruman a Fenerê Bartholomeos û rayedar pê ra bûn beşdarî ayîna ku li herêma bermayiyên bazîlîkaya binavbûyî lê ye hat lidarxistin bû.

Papa Leoyê 14emîn got ku salvegera 1700emîn a Konsîla Îznikê ya Yekemîn firsendeke biqîmet e û behsa wate û girîngiya vê ya ji bo xiristiyanan kir.

Papa Leoyê 14emîn got ku "Di roja me da hemû mirovahiya ku bi şîdet û pevçûnan birîndar bûye ji bo aştî û lihevkirinê diqîre." û destnîşan kir ku divê bi "zimanekî mîsoger" bê redkirin ku dîn ji bo şer, şîdet yan jî tu fanatîzm û radîkalîzmê neyê bikaranîn.

Papa Leoyê 14emîn ji ber ku biryara bîranînê hilda spasiya Patrîkê Ruman a Fenerê Bartholomeos kir û peyaman lihevkirin, yekîtî û aştiyê da.

Papa Leoyê 14emîn piştî bernameya li Îznikê dê dîsa biçe Stenbolê û piştî bernameya li Tirkiyeyê dê 30yê sermawezê roja yekşemê derbasî Beyrûta paytextê Libnanê bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın