Serokatiya Ragihandinê derbarê "Avakirina Sedsalê Serfiraziya Tirkiyeyê: 455 Hezar Xanî Temam" da parvekirin kir
Ankara
Serokê Ragihandina Serokomariyê Burhanettîn Duran ragihand ku dê sibe li Hatayê bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi mijara "Avakirina Sedsalê Serfiraziya Tirkiyeyê: 455 Hezar Xanî Temam" berameyek bê sazkirin û beşên serbixwe wê radestî xwedanmafan bikin.
Duran li ser hesabê NSosyalê derbarê "Avakirina Sedsalê Serfiraziya Tirkiyeyê: 455 Hezar Xanî Temam" da parvekirin kir.
Duran di parvekirina xwe da anî ziman ku piştî "karesata sedsalê", dewlet û gel dest dan hev û ji bo başkirina birînan têkoşaneke dîrokî nîşan dan.
Serokatiya Ragihandinê derbarê "Avakirina Sedsalê Serfiraziya Tirkiyeyê: 455 Hezar Xanî Temam" da parvekirin kir https://t.co/bKrAsEvPp0 pic.twitter.com/3JzPqzqsXB
— Anadolu Kurdî (@aa_kurdish) December 26, 2025
Duran diyar kir ku di bin serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan da, li 11 parêzgehan, li 174 deverên cuda û 3 hezar û 481 şantiyeyên avahîsaziyê bi xebateke 24 saetan bê navber, projeya "Seferberiya Avakirinê ya Sedsalê" ketiye rewacê.
Duran got, "Ev seferberiya mezin, ku hêvî geş kir û hevgirtin xurt kir, bû nîşana herî berbiçav a biryardarî û baweriyê. Wek miletekî, hevgirtin û îradeya jinûva avakirinê ku me nîşan da, di dîrokê da cih girt. Sibê, bi amadebûna Serokomarê me, ev hewldana mezin dê bi bernameya bi sernavê 'Avakirina Sedsalê, Serfiraziya Tirkiyeyê: 455 Xanî Temam' ku li Hatayê tê lidarxistin, were tacîdarkirin û hemî yekîneyên serbixwe dê radestî xwişk û birayên me yên ku mafê wan heye werin kirin. Ez ji nuha va dibêjim ji bo wan ser xêrê be."
Di parvekirinê da wêneyên avahiyên ku hatine temamkirin û dê radestî xwediyên wan werin kirin, jî cih girtin.
