Tirkiye

Serok Erdogan rojev nirxand

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku Tirkiye dê jê Îranê kirîna xaza siruştî bidomîne

Önder Beyter  | 26.09.2018 - Rojanekırın : 26.09.2018
Serok Erdogan rojev nirxand

Ankara

NEW YORK 

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku Tirkiye dê jê Îranê kirîna xaza siruştî bidomîne.

Erdogan di dema hevdîtinên Lijneya Giştî ya 73yemîn a NYyê ya li New Yorkê da hevpeyvînek da ajansa Reutersê û tê da bal kişand ku ligel astengkirinên Amerîkayê yên dijî rêveberiya Tehranê, Tirkiye dê jê Îranê kirîna xaza siruştî bidomîne.

Serok Erdogan diyar kir ku di mijara Sûriyeyê da jî îmkana wê yekê tuneye ku bi rejima Beşar Esed ra hewldanên aştiyê bên domandin û herwiha li Îdlibê jî komên radîkal dest pê kirin û ji herêma bêçek a nû derdikevin.

- "Ne siyasetmedar, lê dadrêsa Tirk dê ji bo qedera Brunson biryarê bide"

Erdogan di hevpeyvînê da behsa meseleya Keşeyê Amerîkayî Andrew Brunson ku li Tirkiyeyê darizandina wî dewam dike, kir û bal kişand ku ne siyasetmedar, lê dadrêsa Tirk dê ji bo qedera Brunson biryarê bide.

Erdogan bal kişand ku Brunson li Tirkiyeyê ji ber tawanbarkirina peywendiya bi rêxistinên terorê ra hat binçavkirin û paşê hat girtin û wiha dewam kir, "Ez nizanim ka dê di danîşîna 12ê Cotmehê da dadgehê çi biryarê bide. Ji ber ku erka biryarê ne di destê siyasetmedaran da ye."

Serok Erdogan bal kişand ku wekî Serokomar ew rayeya wî tuneye ku Keşe Brunson efû bike û wiha got, "Dadrêsa me azad e. Em bisekinin û bibînin bê ka dadgeh dê çi biryarê bide."

Erdogan herwiha bal kişand ku çi eleqeyeke doza Brunson bi aboriya Tirk ra tuneye û wiha dewam kir, "Niha pirsgirêka aboriya welêt ne di pêvajoyeke wisa da ye ku mirov binepixîne. Tirkiye dê bi derfetên xwe va di maweyeke kurt da vê yekê li dû xwe bihêle."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.