Faruk Hanedar
08 Adar 2024•Rojanekirin: 09 Adar 2024
Serokomarê Ukraynayê Volodimîr Zelenskî ji bo bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra hevdîtinê bike hat Stenbolê.
Balafira ku Zelenskî û heyeta pê ra tê de bû, li Balafirgeha Ataturkê danî.
Serokê Ukraynayê Zelenskî û heyeta ku Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Rustem Umerov di nava wan da bû, ji aliyê Wekîlê Nûnerê Stenbolê yê Wezareta Karên Derva Mehmet Zahit Uzun, Qaymeqamê Zeytînburnuyê Adem Uslu, Alîkarê Serok Kurmayê 1emîn Artêşa Herekatê Tûxgeneral Alî Îhsan Bulut va hatin pêşwazîkirin.
Di çarçoveya serdanê da Zelenskî dê bi Serokomar Erdogan ra bicive.
Di civînê da wê rewşa şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê da bê gotûbêjkirin.
Di civînê da wê rewşa dawîn a der barê berdewamkirina Peymana Korîdora Zad û lêgerîna aştiya mayînde ya li herêmê, bi berfirehî bê nirxandin. Yek ji mijarên rojevê dê têkiliyên Tirkiye û Ukraynayê be.