Tirkiye

Serokê Ragihandinê Duran der barê ketina balafira heyeta eskerî ya Lîbyayê da daxuyanî da

Emrullah Cesur  | 24.12.2025 - Rojanekırın : 24.12.2025
Serokê Ragihandinê Duran der barê ketina balafira heyeta eskerî ya Lîbyayê da daxuyanî da

Ankara

Serokê Ragihandina Serokomariyê Burhanettîn Duran ragihand, enqaza jeta taybet a ku Sererkanê Lîbyayê Orgeneral Mihemed Elî Ehmed El Heddad, 4 kesên pê ra û 3 miretebat tê da bûn, hat dîtin û xebatên hewcedar bi hûrgulî tên meşandin.

Serokê Ragihandinê Duran li ser hesabê xwe yê NSosyalê der barê jeta taybet a ku li Haymanayê ket da daxuyanî da.

Duran got, "Roja 23yê Berfanbara 2025an jeteke taybet a ku Sererkanê Lîbyayê Orgeneral Mihemed Elî Ehmed El Heddad, 4 kesên pê ra û 3 miretebat tê da bûn, di saet 20.17an da ji Balafirgeha Esenbogayê rabû û paşê di saet 20.33yan da caba rewşa acil daye navenda kontrola hewayê ku jetê erizeya ceyranê daye û daxwaza danîna acil xwestiye." û wiha dewam kir:

"Navenda kontrola hewayê cardin berê balafirê daye Balafirgeha Esenbogayê û li balafirgehê hildana tevdîran dest pê kiriye. Balafir ji bo danîna acil berjêr bûye, lê di saet 20.36an da ji ekrana radarê derketiye û paşê jî têkilî pê ra quta bûye. Ekîbên Wezareta me ya Karên Navxweyî lêgerîn da destpêkirin û enqaza balafirê dît. Xebatên hewcedar bi destê hemû saziyên me bi hûrgulî tên meşandin.

Di vê pêvajoyê da saziyên me yên çapemenî û weşanê di serî da divê raya me ya giştî tenê guh bide daxuyaniyên miqamên fermî; ji bilî daxuyaniyên fermî bala xwe nedin agahiyên piştrasnekirî yên ser medyaya civakî, spekulasyon û teoriyên komployê, piştgiriya teşebisên dezenformasyonê nekin. Ev pir girîng e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.