Tirkiye

Serokê Giştî yê BBPyê Mustafa Destîcî: "PKK çekê dayne, kes ji vê aciz nabe"

Esra Ağaçyetiştiren  | 09.01.2025 - Rojanekırın : 14.01.2025
Serokê Giştî yê BBPyê Mustafa Destîcî: "PKK çekê dayne, kes ji vê aciz nabe"

Ankara

Serokê Giştî yê BBPyê Mustafa Destîcî got, "PKK çekê dayne, kes ji vê aciz nabe, em ê jî kêfxweş bibin. Xala 3yem, 42yem, 66em a Qanûna Bingehîn xeta me ya sor e."

Ji bo Roja Rojnamegerên Dixebitin li otelekê civîna nirxandinê ya sala 2024an hat lidarxistin û Destîcî di civînê da bi hin mensûbên çapemeniyê ra hat bal hev.

Destîcî piştî axaftinê pirsên rojnamegeran bersivandin û pêvajoya ku bi ziyareta Îmraliyê ya DEM Partiyê va dest pê kir û şîroveyên ku aliyên netewperwer kirin, jê hat pirsîn û Destîcî wiha bersiv da:

"Li vê derê her kes fikra xwe dibêje, jixwe siyaset tiştekî wiha ye. Partiyên ku jê ra 'Partiyên Netewperwer' tê gotin, di nava wan da, di fikra wan da, di nêrîna wan a ser netewperweriyê da cudahî heye ku bûne partiyên cuda. Ji ber vê yekê fikra wan a cuda bi min seba Tirkiyeyê dewlemendiyek e, destkeftiyek e."

Destîcî li ser pirsa têkoşîna terorê ya ku di pêvajoya demên dawîn da tê dayîn jî wiha axivî, "PKK çekê dayne, kes ji vê aciz nabe, em ê jî kêfxweş bibin. Xala 3yem, 42yem, 66em a Qanûna Bingehîn xeta me ya sor e. Heta ku Alperenek jî hebe, li vî welatî em destûrê nadin ku xala 66em were guherandin, ev pir eşkere û zelal e."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.