Tirkiye

Serokê DYAyê Trump, Serokomar Erdogan vexwend da ku bibe endamekî damezrîner ê Komîteya Aştiyê

Zafer Fatih Beyaz  | 17.01.2026 - Rojanekırın : 17.01.2026
Serokê DYAyê Trump, Serokomar Erdogan vexwend da ku bibe endamekî damezrîner ê Komîteya Aştiyê

Ankara

 Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettîn Duran eşkere kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump Serokomar Recep Tayyîp Erdogan vexwend da ku bibe endamekî damezrîner ê Komîteya Aştiyê ya ku ji pêkanîna ewlehiyê û ji nû va avakirinê berpirsyar e.

Duran di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê xwe yê NSosyalê da ev gotin:

"Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi biryara bi nimreya 2803 va biryar da ku piştgiriyê bide Plana Berfireh ya ji bo Dawîlêanîna Îxtilafa Xezeyê (Comprehensive Plan to End the Gaza Conflict) ya ku ji hêla Serokê Amerîkayê Donald Trump va hat eşkerekirin.

Di vê çarçoveyê da Komîteya Aştiyê û şaxên wê yên ku dê li Xezeyê ji pêkanîna ewlehiyê û ji nû va avakirinê berpirsyar be tên tesîskirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 16ê rêbendanê da bi wesfê serokê damezrîner ê Komîteya Aştiyê ji Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan ra nameyek şand û vexwend da ku bibe endamekî damezrîner ê Komîteya Aştiyê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.