Tirkiye

Serlêdana namzediya serokomariyê ya Erdogan û Kiliçdaroglu hat qebûlkirin

İsa Toprak  | 26.03.2023 - Rojanekırın : 27.03.2023
Serlêdana namzediya serokomariyê ya Erdogan û Kiliçdaroglu hat qebûlkirin

Ankara

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) serlêdana namzediya serokomariyê ya Recep Tayyîp Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu qebûl kir.

Li gor biryara ku li ser malpera înternetê ya YSKyê hat weşandin, di çarçoveya teqwîma hilbijartinê ya Serokomarî û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 28emîn da partiyên siyasî 23yê adarê roja pêncşemê heta saet 17.00î serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind dan û serlêdan hatin tedqîqkirin.

Grûba Partiya Edalet û Pêşketinê (AK Partî) û Partiya Hereketa Netewperwer (MHP) Recep Tayyîp Erdogan wekî namzed nîşan da, grûba Partiya Gel a Komarê (CHP) û ÎYÎ Partiyê Kemal Kiliçdaroglu wekî namzed nîşan da. Piştî tedqîqkirina ewraqan kêmasî nehat dîtin.

Li gor vê serlêdana Erdogan û Kiliçdaroglu ku di maweya serlêdana namzediya Serokomariyê da hat kirin, bi yekdengî hat qebûlkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.