Tirkiye

Serkêşê PKKyê Karayilan telîmat daye YPG/PKKyê ku bi DEAŞê ra hevkarî bê kirin

Terorîsta jin a ji Sûriyeyê ya ku li Edeneyê hat girtin û bû îtîrafkar got Murat Karayilanê serkêşê YPG/PKKya rêxistina terorê ji endamên rêxistinê ra telîmat daye ku ew bi DEAŞê ra hevkariyê bikin

28.11.2019 - Rojanekırın : 29.11.2019
Serkêşê PKKyê Karayilan telîmat daye YPG/PKKyê ku bi DEAŞê ra hevkarî bê kirin

Adana
 Terorîsta jin a ji Sûriyeyê ya ku li Edeneyê di lêpirsîna YPG/PKKya rêxistina terorê da hat girtin û ji ji ber hikmên poşmaniyê bû îtîrafkar got Murat Karayilanê serkêşê rêxistina terorê ji endamên rêxistinê ra telîmat daye ku ew bi DEAŞê ra hevkariyê bikin.

Mîray H. (20) ya ku di meha tîrmehê da hat girtin û ji ber sûcê "xirabkirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welêt" cezayê hepsê ya muebet hilda di îdianameya xwe da agahiyên nû dan.

Di îdianameya ku ji hêla Mehkemeya Cezaya Giran a 12emîn a Edeneyê va hat qebûlkirin da terorîsta jin a ji Sûriyeyê got YPG/PKKyê li ser WhatsAppê şîfreyên "emoji"yan yên taybet amade kiriye û der barê hevkariya DEAŞ û YPG/PKKyê da agahî dan.

Mîray H.yê di îfadeya xwe da got wê ji bo suîkast û sabotajê perwerde dîtiye û di sala 2019an da jî ew di nav YPS (sazûmaniya PKKyê) da hatiye wezîfedarkirin.

Mîray H.yê got ew beşdarî perwerdeyên rêxistinê bûye, di perwerdeyan da rojniviskên terorîstên beşdarî bûyerên xendekan bûne bi wan dane xwendin û wiha dewam kir: "YPG/PKKyê milîtanê ku wê çalakiyê bike ji nav wan kesên ku perwerdeya xwe baş temam kiriye, dikare zû çav bide jiyana metropolan, Tirki baş diaxive, biryaran dikare zû bide û kesên xwînsar hildibijart. Perwerdeyên kûr du beş in ku yek ya vekirî û ya din jî ya girtî ye. Perwerdeya girtî 6 mehan dewam dike û bi tevahî veşartî ye."

- Li ser Sûriyeyiyan plana qirêj

Di îfadeya xwe da Mîray H.yê got şaxa îstixbaratê ya bi navê NLP ya di nav YPGyê da hatiye avakirin xwedî tekane armancê ye ku ew jî Tirkiye ye û destnîşan kir ku NLP milîsan dişîne nav DEAŞa rêxistina terorê û çalakiyan dide kirin, endamên wê yên di nav DEAŞê da li hemberî Tirkiyeyê çalakiyan dikin û hedefan şaş nîşan didin.

Mîray Hyê got ku ji bo çalakiyan zêdetir kesên ku ji Sûriyeyê bûn dihatin tercîhkirin û wiha axivî: "Armanca vê ev bû. Veşartina kesên ku ji Sûriyeyê bûn hêsantir bû. Bi vê rêyê dixwestin welatiyên Tirkiyeyê neyartiya xelkê Sûriyeyê bikin. Di civînan de dijî siyasetmedar û burokratan planên êrîşên bibombe dihatin kirin."

- Telîmata ku bi DEAŞê ra hevkariyê bikin

Mîray Hyê got ku rêxistina terorê li ser telîmata Murat Karayilanê fermandarê PKKê bi DEAŞa rêxistina terorê ra hevkarî dikir û wiha dewam kir:

"Ji me re nameyek hat xwendin. Ev name ji hêla Murat Karayilanê ku fermandarekî PKKyê ye va hatibû şandin. Di nameyê da hat gotin divê PKK/KCK/PYD/YPG hem alîkariya muhîmatê hem jî ya milîsan bide DEAŞê. Ev name nivîskî hatibû şandin."

- "Xelkê herêmê hat xapandin"

Mîray Hyê got ku di navbera xanî û baregehên li bajarên bakurê Sûriyeyê da gelek tunel hatibûn çêkirin û wiha axivî:

"Di sala 2018an piştî pêvajoya Efrînê gotin gel 'Tirkiye wê bikeve rojavayê û şerekî mezin wê dest pê bike.' Bi vê derewê xelkê herêmê xapandin. Gotin ku hûn 'xwe biveşêrin' em ê ji we re baregahan çêbikin. Di vê çarçoveyê da gelek sitargeh hatin avakirin û tunel hatin kolan. Li gelek ciyan li ser ax û rêyan mayîn hatin bicîkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın