Tirkiye

Serkeftiyên pêşbirka Istanbul Photo Awardsê yên sala 10emîn hatin eşkerekirin

Aişe Hümeyra Akgün  | 22.04.2024 - Rojanekırın : 26.04.2024
Serkeftiyên pêşbirka Istanbul Photo Awardsê yên sala 10emîn hatin eşkerekirin

Istanbul

 Serkeftiyên pêşbirka wêneyên nûçeyan ya navneteweyî "Istanbul Photo Awards"ê ya ku ji hêla Ajansa Anadoluyê (AA) va 10 sal e tê lidarxistin, hatin diyarkirin.

Di pêşbirkê da ji 20 hezarî zêdetir wêne hatin pêşkêşîkirin û di 10 beşan da 32 wênegiran xelat wergirt.

Di nav wêneyên ku ji deverên cuda yên cîhanê hatine şandin da, wêneyê wênekêşê Reutersê Mihemed Salem a bi navê "Jina Filistînî ya ku cinazeyê biraziyê xwe hembêz kiriye" xelata "Wêneyê Salê" hilda.

Di wêne da Înas Ebû Maamara 36 salî ya Filistînî, cinazeyê biraziyê xwe Saly yê 5 salî yê ku di êrîşa Îsraîlê da li Nexweşxaneya Nasirê ya li Xan Yûnisa li başûrê Xezeyê hat kuştin, hembêz dike.

- Qeyda 18 hezar wênekêşan di Istanbul Photo Awardsê da heye

Ji sala xwe ya ewil û vir va qeyda 18 hezar wênekêşan di Istanbul Photo Awardsê da heye.

Di pêşbirkê da juriyeke navneteweyî yên ku ji navên navdar ên cîhanê pêk tê serkeftiyan diyar dikin.

Îsal di jûriyê da wênekêş û çêkera National Geographicê Amî Vîtale, wênegir Carol Guzy, nûçegihanê wêneyan û endamê ajansa NOORê Yurî Kozyrev, nûçegihanê wêneyan yê The Globe and Maîlê Goran Tomasevîc, vebêjerê dîtbar Marîon Mertens, şêwirmendê medyaya dîtbarî Mîchel Scotto, nûçegihanê sereke yê werzîşê yê Getty Imagesê Cameron Spencer, wênegir Ahmet Sel û Midûrê Nûçeyên Dîtbarî yê AAyê Fırat Yurdakul hene.

Di kategoriya "Nûçeyên Rêzkirî" da wênegirê Agence France Pressê (AFP) Mehmud Hams bi wêneyên xwe yên der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê da bû yekemîn.

Werzişvanê Swîsreyî Stefan Kung di Şampiyonaya Ewropayê ya Rêya UEC ya 2023an da qeza kir, lê bi rûyê xwe yê xwînî duçerxe ajot û pêşbaziyê domand. Wênekêş Luca Bettînî weneyê ku rewşa Stefan nîşan dide kişand ku bi vî weneyê xwe va di kategoriya "Werzişa Tekane" da bû yekemîn.

Wênegirê Agence France-Pressê (AFP) Jeff Pachoud bi wêneyên xwe yên pêşbaziya duçerxê ya Jinan a Fransayê va di kategoriya "Rêze Werziş"ê da bû yekem.

Di kategoriya "Xweza û Jîngeh a Kit" da Minqiang Lu bû yekem ku wêneya wan fîlan kişand ku li Srî Lankayê li ser sergo li tiştekî xwarinê digeriyan.

Juriyê her wisa xebata Garry Lotulung a di warê parastina xwezayê da jî wekî yekemînê kategoriya "Rêze Werziş û Jîngeh" neqand.

- Bi tevahî di 10 kategoriyan da 30 xelat hatin dayîn

Emeke Obanor wekî yekemînê kategoriya "Portre Kit" hat neqandin ku bal dikişîne ser emilandina poşetên plastîk.

Juriya ku di 10 kategoriyan da bi tevahî 30 xelat dan, taybet ji bo sala 10em a pêşbirkê, di warê "Wênegirê Ciwan" da xelat da Rajendra Mohanê ku di xebatên xwe da li ser jinebiyên Hindî radiweste û her wiha Sammer Al-Doumyê wênegirê Agence France-Press (AFP) ê wêneyên erdheja Tirkiyeyê kişandin.

Di çarçoveya pêşbaziyê da bi tevahî 60 hezar dolar xelat hat dayîn û her wiha ji bo xelatgirên yekemên hemû kategoriyan wênegira SONY Alpha A7 III dê were pêşkêşkirin.

Turkcell, Sony, Rêhewaya Tirkan (THY) û Ajansa Tevkariya Tirk û Kordînasyonê (TÎKA) bi sponsoriya xwe va piştgirî dan pêşbirka îsal.

Zanyariyên li ser wêneyên xelatkirî û yên der heqê endamên juriyê da li ser malpera "istanbulphotoawards.com" tên dîtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın