Tirkiye

Serkeftiyên Istanbul Photo Awards 2025ê bal kişandin ser hêz û berpirsiyariya fotograferiya nûçeyê

Büşranur Keskinkılıç  | 27.06.2025 - Rojanekırın : 27.06.2025
Serkeftiyên Istanbul Photo Awards 2025ê bal kişandin ser hêz û berpirsiyariya fotograferiya nûçeyê

Ankara

 Serkeftiyên kategoriyên "Jiyana Rojane Serî" û "Jiyana Rojane ya Takeyî ya Marion Mertens" pêşbirka fotografan a Istanbul Photo Awards 2025ê ku Ajansa Anadoluyê (AA) li dar dixe, bal kişandin ser hêz û berpirsiyariya fotograferiya nûçeyê.

Pêşbirka fotografên nûçeyahan a navneteweyî Istanbul Photo Awards 2025 ku ji aliyê AAyê va tê lidarxistin, di 10 kategoriyan da xelat da 29 fotograferî. Hilbijartin ji nava nêzîka 22 hezar serîlêdanî çêbû ku ji çar aliyên cîhanê hatibûn.

Fotografê ku Fabio Bucciarelli ji bo rojnameya Le Repubblicaya Îtalî kişandibû, behsa qeyrana mirovî ya li Haîtiyê ya di nava rûxana siyasî û tundiya çeyeteyên çekdar da dike, di kategoriya "Jiyana Rojane Serî" bû sêyemîn.

Bucciarelli di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê da got, "Ji bo gelek saziyên medyayê yên Rojavayî, herwekî Haîtî tune be. Dİ rojeva nûçeyan da cih nagire. Lêbelê ew qeyrana mirovîi û siyasî. ya li wî welatî yek ji berbiçavtirîn qeyrana cîhanê ye."

Bucciarelli destnîşan ki ku juriya rêzdar a Xelatên Istanbul Photo Awardsê him qîmetê xebata xwe teyîd kir û him jî hişt ku dengê tiştên nayên bihîstin bilind bike û got, "Sitandina vê xelatê ji bo min derfeteke giring e ku peyama çîrokên ku ez vedibêjim xurttir bikim."

Sameer Al-Doumy jî bi fotografê xwe yê ku ji bo AFPya ajansa nûçeyan a Fransî, li Humsa ku ji ber şerê Sûriyeyê wêran bûbû girtibû di kategoriya "Jiyana Rojane ya Takeyî ya Marion Mertens"ê da xelata duyemîniyê sitand.

Fotografer Sameer Al-Doumy ê xwediyê xelatê wiha axivî:

"Ez di wê baweriyê da me ku hêzeke bêhampa ya fotograferiya nûçeyê heye û xwedî berpirsyarî ye. Ev ji bo rêbazeke ku deng û êşa mirovên cîhanê yên ku nayê dîtin û bihîstin, em nîşan bidin."

- "Istanbul Photo Awards"

Istanbul Photo Awards di demekê da ku hunera xwe ya vebêjiya çîroka dîtbarî pîroz dike, ji bo nûçegihaniya fotoyê ya ku li seranserê cîhanê şewqê dide mijarên krîtîk, bû kevirê mîhenê.

Îsal pêşbirka ku bi sponsoriya ragihandinê ya Turkcellê hat lidarxistin, Serokatiya Ajansa Kordînasyonê û Hevkariya Tirkî bû sponsorê wê yê dervayî welat û Turkish Ailines (THY) jî jê ra bû sponsorê veguhastinê yê qismî.

Hûrgiliyên derbarê fotografên ku xelat sitandin û endamên juriyê, li ser malpera "istanbulphotoawards.com"ê hatine danîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.