Li navenda Mûşê ji bo fermandarê Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Melazgirtê Serdar Arslan Kulaksizê ku hat cangorîkirin merasim hat kirin.
Cenazeyê Serdarê cangorî serê sibehê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê û piştî Otopsiyê jî birin Fermandariya Cendermeyan a Bajêr. Li darbesta Kulaksizê ku hat cangorîkirin alaya Tirkiyeyê hatibû pêçandin.
Dema cenaze anîn qada merasimê xanima wî Sîbel Kulaksiza ku di êrîşê de birîndar bû û qîza wî Îrema ku şewqeyê bavê xwe dabû serê xwe rabûn û silav dan li ser vê kesên li qadê kelogirî bûn.
Waliyê Mûşê Vedat Buyukersoy got ku Xwedê rehma xwe li cangorî Kulaksiz ke û sersaxî da malbata wî û wiha axivî: "Meqamê cangorî Kulaksizê birayê me û wan birayên me yên ku li Çanakkale û Sarikamişê canê xwe feda kirin yek e. Cangorîbûn di dîn de mertebeya herî bilind e û cangoriyê me gihîşt rutbeya herî bilind."
Cinazeyê Kulaksiz piştî nimêj û diayên ku hatin kirin ve ji hêla eskeran ve hat rakirin û li wesaîta cinaze hat siwarkirin. Cinazeyê Kulaksiz şandin memleketê wî Amasyayê û li wê derê hat definkirin.