
ANKARA
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) der barê serdana xwe ya li Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Ocalan der barê hilbijartina serokomariyê de wiha got: "Piştgiriya ku di hilbijartina serokomariyê de hat dayîn, temînata aştî û biratiyê ye."
Li gor daxuyaniyê Ocalan wiha got: "Wateya heyama nû gelekî girîng e. Dê komara demokratîk ji utopyayê derkeve û pêk were. Ji bo avakirina civakeke demokratîk piştgiriya kurdan girîng e. Bi van encaman dê HDP îro bibe mixalefeteke bihêz û demokratîk û di pêşrojê de jî bibe îqtidareke demokratîk."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Ocalan bangî her kesî kir ku ji bo welateke demokratîk bixebitin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ocalan ji bo êzdiyan jî sersaxî xwest.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.