Heyeta HDPê piştî hevdîtina bi Bozdag û Ala re, Beşîr Atalay ziyaret kir. Heyetê piştî ziyaretê li Avahiya Navendê ya Serokwezîriyê daxuyanî da rojnamegeran.
Parlementerê Îstanbulê Onder got ku ew bi Atalay, Bozdag û Ala re li ser pêvajoya çareseriyê sekinîn ka bê di pêvajoyê de heta niha çi hatiye kirin û piştî vî qasî dê çi bê kirin.
Onder got ku pêvajoya "bêdengiya çekan" pir bi qîmet e û divê ev pêvajo bê parastin da ku dewam bike û wiha pê de çû: "Me hem bi wan re hevdîtinên xwe yên ku me bi Birêz Ocalan û rayedarên KCKê re kir parve kir û hem jî me bi wan re fikr û ramanên gel û saziyên siyasal ên cur be cur parve kir. Me fikr û ramanên wan jî guhdar kir. Ev hevdîtineke rûtîn bû."
Onder got ku ew car caran bi heyetên siyasî yên cuda cuda re van hevdîtinan dikin û dê bikin jî.
Onder li ser pirsa "Dîroka çûyîna we ya Îmraliyê diyar e?" got ku "Dîrok ne diyar e, lê em hêvî dikin ku em an dawiya vê hefteyê an jî dawiya hefteya din biçin"
Onder li ser pirsa "We nameya Qendîlê jî pêşkêş kir?" got, "Me beriya hevdîtinê name dabû rayedarên Wezareta Dadê."
Onder li ser pirsa "Ji bo ku der heqê pêvajoya çareseriyê de pêngavên zagonî bên avêtin ji destpêka pêvajoyê pê ve daxwazên we hene, we ev daxwaza xwe ji wan re got, heke ku we gotibe, çi bersiv dan we? wiha bersiv da: "Me xwest ku ji bo pêvajoya çareseriyê pêngavên zagonî bên avêtin, wan jî got ku li ser vê mijarê xebat tê kirin. Bi giştî em di vê çarçoveyê de axivîn."