Ulaş Güven,Emre Ilıkan
14 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2024
Rêya Yuksekova û Şemdînliya navçeyên ji ber şepeya ku ket, hat girtin.
Ekîbên rêbejan ji bo vekirina rê xebat dan destpêkirin.
Li ser rêya Yuksekova û Şemdînliyê texma Dirba Haruna û Şapatanê şepe ket.
Ekîbên Şeftiya Şaxa 117emîn a Midûriya Herêma 11emîn a Rêbejan sewqî herêmê kirin û ekîban şepeya ku ket ser Dirba Harunayê, paqij kir.
Ekîb li texma Şapatanê dixebitin û hewl didin ku rê di demeke kin da vekin.
Ekîbên berfê yên Şaredariya Esendereyê jî di rêyên navenda navçeyê û taxan da xebatan didomînin.
- Li Bahçeserayê berf tengasiyê dide kişandin
Li Bahçesaraya navçeya Wanê jî berf ket û tengasiyê dide kişandin.
Berfê gelek rêyên tax û gundên navçeyê girtin, welatî di xwedîkirina heywanên xwe da tengasiyê dikişînin.
Li Arvasa taxa navçeyê ji mêtreyekî zêdetir berf ket, mixtar Hîdayet Arvas di nava berfê da tunêl vekir û alif da heywanên xwe.
Arvas got, "Li navçeya me berf hê dibare. Berfeke zêde ket. Em tunelan vedikin û tê ra heywanan derdixin ku alif bidin wan. Çend roj berf zêde ket."