Tirkiye

"Şelaleya Ava Spî" bi xweşikiya xwe merivan hejmetkar dihêle

"Şelaleya Ava Spî" ya li Çukurcaya navçeya Hekariyê bi xweşikiya xwe va ziyeratvanan hejmetkar dihêle

İbrahim Atmaca  | 01.05.2019 - Rojanekırın : 03.05.2019
"Şelaleya Ava Spî" bi xweşikiya xwe merivan hejmetkar dihêle

Van

"Şelaleya Ava Spî" ya li Çukurcaya navçeya Hekariyê bi xweşikiya xwe va ziyeratvanan hejmetkar dihêle.

Ava Şelaleya Ava Spî li ser rêya Çukurca-Hekariyê di kîlomêtroya 10emîn da ji qefa kevirên Çiyayê Sebrê dertê û bala ziyaretvanan dikşîne.

"Şelaleya Ava Spî" bi xweşikiya xwe merivan hejmetkar dihêle

Ava şelaleyê biharê ji ber helîna berfî gur dibe û ziyaretvanên xwemalî û biyanî jî li ber ava spî di nav hêşinahiyê da demeke xweş derbas dikin.

Di çarçoveya "Mihrîcana Foto Safarî û Sporên Siruştî" da kesên ku ji kişandina wêneyan hez dikin hatin navçeyê û li ber şelaleyê wêneyan dikşînin.

Welatî jî li ber şelaleya ku di salê da tenê du mehan çêdibe, hênik dibin.

Îbrahîm Duruyê ku ji Diyarbekirê hat Çukurcayê got ku ew bû heyranê xweşikahiya siruştî ya navçeyê û wiha dewam kir, "Av ji nav qefa kevirên çiyê dikişe û tê. Divê ji her bajarî meriv werin û vê derê bibînin. Bi rastî jî dîtina xweşikahiyên vê derê hêja ye."

Ji ziyaretvanan Cemre Tanê jî got ku li navçeyê di nav du salên dawîn da guhertineke mezin çêbû û ew her kesî dewet dikin ku werin vê derê bibînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın