Tirkiye

"Sekinandina TIRên MÎTê organîzasyoneke rêxistinî ya FETOyê ye"

Di hincetê da hat destnîşankirin sekinandina TIRên MÎTê rasterast hikûmet û MÎTê hedef digire û organîzasyoneke rêxistinî ya FETOyê ye

11.09.2019 - Rojanekırın : 12.09.2019
"Sekinandina TIRên MÎTê organîzasyoneke rêxistinî ya FETOyê ye"

Ankara

Daîreya Cezayê ya 16emîn ya Dadgeha Bilind biryara bihincet ya doza sekinandina TIRên Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) ku 54 bersûc hene bi sifetê dadgeha yekemîn ya xwedîraye temam kir.

Di hincetê da hat destnîşankirin sekinandina TIRên MÎTê rasterast hikûmet û MÎTê hedef digire û organîzasyoneke rêxistinî ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ye.

Di hincetê da hat diyarkirin FETOyê ji bona hikûmet di qada navneteweyî da bikeve tengasiyê biryar daye ku kar û xebatên li Sûriyeyê deşîfre bike.

Di hinceta biryarên doza sekinandina TIRên MÎTê ya Daîreya Cezayê ya 16emîn ya Dadgeha Bilind da hat destnîşankirin ji ber geşedanên li Sûriyeyê dewlet ji ber rewşa parastina meşrû mafdar e ku tevdîran hilde û wiha hat gotin: "Tu dewlet li bendê namîne ku afat bi ser wan da werin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.