Şehîdên Kerbelayê li Qersê tên bibîranîn
Kars
Li Qersê ji bo Hezretî Hiseynê neviyê Hezretî Mihemmed Pêxember û hevalên wî ku 1383 sal berê li Kerbelayê hatibûn şehîdkirin, bernameya bibîranînê hat kirin.
Di 10ê Cotmeha 680yî da bi destê artêşa Xelîfeyê duyemîn ê Dewleta Emewiyan Yezîdê kurê Muawiye va li Çola Kerbelayê ya nêzî Kufeya bajarê Iraqê Hz. Huseyînê neviyê Hz. Mihemmed û 72 hevalên wî hatin şehîdkirin û ev bûyer ji bo mumînên ji Hezretî Mihemed û ehlê beytê (malbata) wî hez dikirin xemgîn kir.
Hezretî Hiseyîn û 72 hevalên wî di roja 10ê meha miharemê da hatibûn şehîdkirin û ew roj di heman demê da "Roja Eşûreyê ye" û ji ber şehîdkirinê jê ra "Roja reşgirêdanê" jî tê gotin û li Qersê ji bo bîranîna wan şehîdan merasim tên kirin.
Koma ji nêzî 10 hezar kesî pêk tê û li ber Mizgefta Hezretî Elî kom bûn û di dest wan da alayên Tirk û posterên Ataturk va dest bi meşê kirin.
Kesên di komê da bûn ji Kolana Faîk Beg heta Mizgefta Işkli Ehlîbeytê meşiyan, li singê xwe û bi zincîrê jî li xwe xistin.
Jinên cil û bergên reş li xwe kiribûn û di dest wan da jî şûrê bi navê zilfeqarhebû, di meşê da cî girtin.
Di meşê da zarokan çardarek sembolîk a ku li serê "Hezretî Elî Asger (A.S)" nivîsî bû hildabûn û vê jî bal kişand.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.