Şehîdên Kerbelayê li Qers û Îdirê wê bi merasimên berfireh bên bibîranîn
Kars
Şehîdên Kerbelayê li Qers û Îdirê wê bi merasim bên bibîranîn.
Hezretî Huseynê neviyê Hezretî Mihemed û 72 hevalên wî di Roja Eşûreyê ya 10ê meha miharemê da hatibûn şehîdkirin û ji bo wê rojê "roja reşgirêdanê" jî tê gotin.
Welatiyên endamên mezhebê Ceferî ne her sal şîna ji roja ewil a meha miheremê bigre heta 40 rojî şîna Hezretî Hiseyn û hevalên wî yên ku li Kerbelayê ji alî Yezîd va hatin qetilkirin, dikin.
Ceferiyên li Qers û Îdirê dijîn li mizgeftan tên bal hev û lawijên bi navê "sînezen" dibêjin û li singê xwe dixin. Meleyên li mizgeftên gund, navçe û bajaran jî êvaran ji cimaetên xwe ra qala bûyera Kerbelayê dikin.
Li Qers û Îdira "Merasimên Eşûreyê" lê tên kirin amadehiyên bibîranînê tên kirin.